Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî helwesta neguhêr û prensîbî ya Erebistana Siûdî derbarê çareseriya siyasî û bidawîkirina trajediya gelê Sûriyê û pêkanîna veguhestina siyasî li gorî biryara 2254 bilind nirxand.
Û berî lidarxistina Lûtkeya Erebî, Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de hêviya xwe anî ziman, ku Lûtke pêşketineke berçav di dosya Sûriyê de ji bo ku piştgiriya veguhestina siyasî li gorî biryarên Netewên Yekbûyî bi dest bixe, bi awayekî ku li gorî daxwazên gelê Sûriyê be, gelê ku hîn li hêviya bidestxistina azadî û mafên xwe bi piştevaniya cidî ya birayên Ereb e.
Û duh roja Çarşemê, Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Mîr Feysel kurê Ferhan, di gotara xwe ya li pêşiya Lûtkeya Komkara Erebî de li Cezayîrê ragihandibû, ku welatê wî piştgiriya hemû hewlên Erebî û navdewletî bo dîtina çareseriyeke siyasî li Sûriyê dike.
Û Wezîrê Erebistana Siûdî got ku”Welatê wî giringiyê dide ewlehî û aramiya Sûriyê, û piştgiriya hemû hewlên Erebî û navdewletî bo dîtina çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re dike.”
Û Komkara Erebî di heyva mijdara 2011an de biryar dabû ku endamtiya rijêma Esed rawestîne, ji ber tawanên ku dijî gelê Sûriyê pêk anîne, û rêbaza wê ya leşkerî ya ji bo tepeserkirina xwepêşandanên ku di adara 2011an de derketine.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî