Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, hevdîtinek li gel Şanderê Emrîka yê taybet bo Sûriyê Ethan Goldrich li dar xist, û pêre rewşa meydanî û siyasî li Sûriyê û giringiya kar li ser kartêkerkirina pirosesa siyasî daku bighêje çareya siyasî ya hêviyên gelê Sûriyê di azadî û rûmet û demoqrasiyê de pêk tîne kir.
Û Emîndarê Giştî Heysem Rehmê û Cîgirê Serok Ebdilehed Istêfo û Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat hevaltiya Serokê Hevbendiya Niştimanî di hevdîtinê de kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser pêwîstiya kartêkerkirina dosya dadpirsîna navdewletî bo tawanbarên rijêmê û giringiya rola Emrîka di piştgirî û lezkirina veguhastina siyasî li Sûriyê li gorî biryarên navdewletî ya ku gewherê çareya siyasî ye kir, û got ku Hevbendiya Niştimanî bi erênî li gel hemû biryarên navdewletî yên ku bi rastî dixwazin bigihêjn çareseriyeke siyasî ya ku ewlehî û aramiyê li welêt vegerîne û derdeseriyên gelê Sûriyê bidawî bîne.
Û Elmislit cextî li ser giringiya rola Emerîka di dîtina fişareke navdewletî ya rasteqîn bo serbestberdana girtiyên di zindanên Esed de kir, û tekezî li ser giringiya berdewamiya fişaran li ser rijêmê û piştgirên wê û nehiştina asayîkirina têkliyan pê re û nehîlana hewldana biserxistina wê, û sepandina cezayên bêhtir li ser Beşar Esed û sembolên rijêmê kir,.
Û bal kişand ser metirsiyên belavkirina Rijêm û Îranê û destekên wê ji keresteyên hişbir re li Sûriyê û welatên derdorê, û piştbestina wan bi çêkirin û bazirganiya keresteyên hişbir bo peredana amûra xwe ya leşkerî, û tekezî li ser piştgiriya hevkariya navdewletî bo rizgarkirina Sûriyê ji terorê û milîsên mezhebî û çeteyên keresteyên hişbir yên ku rijêma Esed serokatiya wan dike, daku deverê tijî madeyên hişbir bikin.
Û tekezî li ser giringiya berdewamiya fişaran li ser rijêma Esed û piştgirên wê û nehêlana normalkirina têkliyan pê re, û nehiştina biserxistina wê, û sepandina hîn bêhtir sizayan li ser Beşar Esed û sembolên rijêma wî yên tawankar kir.
Û Elmislit li ser terora rijêma meleyan li Îranê yaku şer û terorê li deverê belav dike axivî, û tekez kir ku gelê Sûriyê derdeseriya milîsên mezhebî yên terorist yên ku li kêleka rijêmê şer dikin dikşîne, û silav arasteyî şoreşgerên Îranê yên ku xwepêşandanên nerazîbûnê li tevaya bajarên Îranê li dar dixin kirin.
Û Elmislit bal kişand ser binpêkirinên ku milîsên PYD dermafê sivîlan li deverên di bin kontirola xwe de pêk tînin, nemaze girtina dibistanên Siryanî û sepandina rêbazên îdyolojî li ser xwendekaran .
Û li ser civîna rayedarên Artêşa Niştimanî ya Sûrî û xalên lihevkirinê ji bo gihiştina artêşeke rasteqîn yaku hemû şaxên wê yên leşkerî di hundirê yek rêzepergalê de bin axivîn.
Û ji aliyê xwe ve, Nûnerê Emerîka Ethan Goldrich tekezî li ser berdewamiya hewlên welatê xwe di warê kartêkerkirina piroseya siyasî de ji bo gihîştina çareseriyeke siyasî li gor biryara 2254, û redkirina çi hewlên ji bo biserxistina rijêma Esed li ser asta herêmê û navdewletî kir.
Û tekez kir ku Washington kar ji bo piştgirîkirina dosya dadpirsîn û sizakirinê li Sûriyê dike, û cext kir ku ew beşek bingehîn ji çareseriya siyasî ye.
Û Goldrich redkirina welatê xwe ji çi proseya neçarkirina penaberên Sûrî re bo vegera Sûriyê anî ziman, û tekez kir ku divê ew li gor biryara 2254 ya Netewên Yekbûyî be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî