Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî hevdîtina şêwiradarîyê ya yekemîn li baregeha Hevbendiyê li Sitanbolê bi serpereştiya Komîteya Diyaloga Niştimanî di Hevbendiyê de lidar xist, û tê de derdora 50 kesayetî ji siyasetmedar çlakvanan hin ji dûrve û hin jî li baregehê beşdar bûn, daku ketwarê siyasî û dawîtirîn pêşketinên meydanî û pêşveçûnên pirosesa siyasî û astengyên şoreş rastî wan tê gengeşe bikin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî, D. Nesir Elherîrî, tekezî li ser girîngiya vê hevdîtinê kir, û got ku ev gava yekemîn e di zincîreke ji hevdîtinên dihêlin Sûrî bi hev re biramin û bi hev re pilanan çêbikin, ji bo pêşeroja şoreşa Sûriyê û rûbirûbûna astengiyên îro di warê siyasî û meydanî û mirovahî de şoreş tûşî wan dibe, û bal kişand ser girîngiya berhemê vê hevdîtinê ayaku dê alîkar be di pêşkêşkirina Ramanan de, û dê cihê guhdan û kartêkerkirinê be.
Û Cîgirê Serkê Hevbendiya Niştimanî Uqab Yehya, got ku ev piroje ji demeke dirêj de hatibû pêşniyarkirin, lê derfeta lidarxistinê ta îro jêre çênebibû, û got ku hizra sereke jêre destpêka şêwirdarî û beşdariyê ye, ta bighîne asta pişikdariyê, astengî mezin in, û divê hemû xebatên dilsozan li ser avakirina Sûriya yekgirtî be, yaku têde sitemkarî û teror tune be.
Û civîngeran tekezî li ser girîngiya vê hevdîtinê û her hevdîtinên ku xwediyên şoreşa Sûriyê komdikin kir, ji bo çakkarî û pêşxistina nerîn û şidandina bingeha saziyên fermî yên şoreşê, nemaze ji ber ku Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî nûnerê rewa ye û ew diyalogê ji ber gelê Sûrî ve dike.
Û beşdaran rijdîya xwe li ser pêwîstiya danîna mîkanîzmin nû ji kar re kirin, daku ji nêzîkbûna armancê re alîkarbin, nemaze derbarê karê Hikûmeta Sûrî ya Demkî de li deverên rizgarkirî, û pêwîstiya yekrêziya desthilatê li deverên rizgarkirî, di riya yek navnîşanê de, ew jî amûrên cîbicîkar yên Hevbendiya Niştimanî ne di riya Hikûmeta Demkî re, li gel giirîngiya derbasbûna Hikûmetê berve Idlib û gundewarê wê.
Û beşdaran bal kişand ser pêdviya herdem ji şêwirdarî û berdîlkirina nerînan derbarê pêşxistina bingehîn ji saziyên şoreşê re, daku karibin bi erkê xwe rabin û berpisyariyê hilgêrin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî pesnê raman û pêşniyarên ji aliyê beşdaran ve hatine da, û tekez kir ku pir ji wan wek nerîn û pirograma Hevbendiya Niştimanî ne di qonaxa niha de, û pir pêşnyarî ji wan dê mijara vekolîn û nirxandinê bin, her weha ew tişt dê di riya lidarxistina hevdîtinên ji pêre xurt bibin, daku rê li pêşiya pirosesa diyaloga niştimanî ya berfireh xweş bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî