Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku rijêma Esed û Rûsiya Piştî erebeyên maynkirî û bombe û teqînan vegeriyan bombebarana yekser li gundewarê helebê, û hejmarek ji mûşekan avêtin, hin jê bombeyên goşeyî bûn, û pê bajarê Babê û gundê Terhîn armanc kirin, û bombebaran bû sedema ketina hejmarek ji şehîd û birîndaran , zarok û jin di nav wan de hebûn.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke rojnamevanî de got ku ev bombebaran binpêkirineke eşkere ye dermafê rêkeftina kêmkirina şer, û wek tewana cengê ya yekser e, ji ber ku cîgehên sivîlan armanc kirine, û ew bi piraniya xwe wek berdewamiya bijardeya gurkirina şer e.
Û Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji aliyên siponseriya çareya siyasî dikin û rêkeftinê li xwe digrin kir ku divê pêngavin pêwîst bistînin, daku rêkeftinê li ser rijêmê bisepînin, û nehêlin çi binpêkirinên nû çêbibin an rijêm û hevalbendên wê hewildana zimanê teror û kuştin û wêrankiruinê bike wek berdêl ji ber astengkirina çareya siyasî ferz bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî