Bi amadebûna Nûnerên Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê û Nûnerên Yekîtiya Ewropî, Desthilata Sûriyê ya Demkî û Encûmenên xwecihî, dîtina xwe ya istiratîcî ji kar û plana birêveberiya pirojeyên herêmên rizgarkirî re pêşkêş kirin.
Amanca hevdîtinê ya ku herdu rojên çûyî 28-29/09/2016an li bargeha Desthilatê li bajarê Xazî Entabê ew e, ku Desthilat dixwaze şirîkatiyê digel Yekîtiya Ewropî deyne, ko piştgiriya darayî ji pirojeyên xizmetgozarî re dabîn bike, û karîna Encûmenên xwecihî ava bike.
Ew hevdîtin berdewamî bû ji hevdîtinên berê re, yên ko li paytexta Belcîkayê Biroksilê çûbibûn, û ya dawî roja 08 meha Eylûlê li bargehê nûnerîtiya Ewropî bû, bi amadebûna nûnerên hemû dewletên Ewropî.
Serokên Encûmenên xwecihî yên Helebê û Idlibê, karên Encûmenên xwe û astengiyên li himber wan bi taybetî piştî operasiyonên Rûsî yên evê dawiyê li herêmê gotûbêj kirin.
Her wiha karê Encûmena Cerabilisê û awayên vegera niştecihan li bajêr û xizmetên ko ji wan re bêne pêşkêşkirîn diyar kirin.
Nûnerên Encûmenên xwecihî yên bi ser Encûmena Niştimanî Kurdî ve, pêdiviyên herêmê û astengiyên têne pêşiya Encûmenan di bin desthilata milîtanên PYD de diyar kirin.
Jêder: Hevbendî