Endanê desteya siyasî ya Hevbendiya niştimanî Ya hêzên Şoreş û Rikberoya Sûriyê Hewas Egîd, roja sêşembê 26/9/2016, serdana Nûnerîtiya Encumana Niştimanî Ya Kurd Li Hewlêrê kir.
Di serdanê de bi hejmarek ji endamên Nûnertiyê re civiya, di civatê de behsa tiştê li hundurê Sûriyê dibe hat kirin, û helwesta dewletên têkildar bi klşeya Sûriyê, û bi taybetî Amerîka û Rûsiya û karê şanderê navdewletî Dî Mestora.
Her weha behsa belgenameya Desteya bilind Ya Danûstandinan û helwestên derbarê wê, û helwest û karvedanên tên pêşbînkirin hat kirin.
Ew gotûbêj bi şêweyekî biratî bûn, û Egîd hêviya serkeftin û pêşveçûnê ji Nûnertiyê re kir, der barê erkê mezin yê li li ser milê wan.
Hêder: Hevbendî