Hin çalakvanên Sûriyê, duhî, hejmarek xwepêşandan û kombûnên şermezarkirinê li gelek bajarên Sûriyê û hin paytexên dewletên Erebî û yên Cîhanê lidar xistin, ji bo piştgirîkirina bajarê Heleb û pirotistokirina hilmeta serbazî ya li ser wê pêk tên, ji aliyê rêjîma Esed û Îran û Rûsiya dijmin ve.
Ev xwepêşandan hatin lidarxistin ji bo piştgiriya Helebê, piştî derbasbûna salekê bi temamî li ser destpêkirina destdirêjiya Rûsiya li ser Sûriyê û zêdekirina oparisyonên leşkerî yên bi armanca jinavbirina piroseya siyasî.
Hêjayê gotinê ye ku xwepêşandan li 21 cihan hatin lidarxistin û di xwepêşandanan de, dirûşmên pirotistokirina destdirêjiya Rûsiya û yên şermezarkirina piştgiriya Îranê ji rêjîma Esed re, yên bi armancên tayfegerî, ji aliyê xwepêşanderan hatin hildan.
Li gundewarê bakurê Helebê, xelkê Ezazê bi girseyî kom bûn û dirûşmên şermezarkirina bombebarankirina Rûsiya hatin hildan, û ziyanên mirovî û wêrankirina navendên giştî diyar kirin.
Herwiha çend xwepêşandan li herdu bajarokên Mi’ret Elni’man û li Silqîn derketin, têde destdirêjiya Rûsiya hat şermezarkirin û destxweşî li xweragiriya xelkê Helebê hat kirin.
Xelkê bajarê Telbîsê li gundewarê Himusê, ji bo şermezarkirina bombebarankirina Helebê û destêwerdana Rûsiya di Sûriyê de derketin.
Li Xûta Rojhilat li gundewarê Şamê û yekser piştî bidawîhatina nivêja înê, xelkê Xûta derketin û siloganên şermezarkirina bombebarankirina firokên Rûsiya û daxwaza rûxandina rêjîma Esed û her weha yên piştgiriya Helebê hildan.
Û li başûrê welat û li bajarê Der’a, xelkê Busra Elşam xwepêşandaneke cemawarî derketin dibin dirûşmê ” Hirça Rûsiya gelê me dikuje”.
Jêder: Hevbendî