Rêxistina “Pizîşkên Bêsînor” ji her yek ji Rûsiya Û Rêjîma Esed xwest ku “Rijandina Xwînê” li Heleba ku rastî êrîşên asîmanî yên himbiz tê rawestînin.
Û got ku”balafirên rêjîmê hejmarek pir mezin ji bobbeyan bi ser bajêr de tavêje”, û ji rêjîma Esed xwest ku” bobmbebarana pîlankirî” rawestîne, û dît ku” erkê Rûsiya ye ku karîna xwe bikar bîne ji bo wê bombebaranê bidawî bîne”.
Û rêxistina Pizîşkên Bêsînor, li gor agahiyên Rêvebiriya Tenduristiyê li rojhilatî Helebê got ku nexweşxaneyên bajêr yên ku hîn kar dikin, di dema di nav 21 û 29ê êlûnê de, pêşwaziya zêdî ji 822 bîrîndarî kiriye, 221 zarok bi kêmanî di nav wan de hebûn, û 278 qurbanî, ew jî 96 zarok di nav wan de hebên.
Û D.Abû Wesîm, rêvebirê Nexweşxaneya ku birînaran li rojhilatî helebê çareser dike, û rêxistina pizîşkên bêsînor piştgiriya wê dike got ku” divê nexweş li benda mirina hin nexweşên din bin ta ku textek li nexweşxaneyê bi dest wan bikeve, û ji tenê 3 odeyên operesyonên niştergerî li rex me hene”.
Û Xîsko Fîlalonga got ku”îro bajar bi tevayî di bi dorpêçeke tund de ye, û karwanên mirovahî rastî êrîş û bombebarana hembiz tên”, û xwest ku” birîndar û nexweşên rewşa wan dijwar divê bên derxistin”, û weha jî got:” eger kar ji vê rewşê re nebe, wê tirsa me zêdetirbibe, der barê ku Cîhanê nişteciyên Helebê li ber mirinek dijawar û demdirêj hiştine”.
Û Neteweyên Yekbûyî, doh pêncşembê got ku nêzî 600 birîndarî li rojhilatî helebê derman nabin, ji ber kêmbûna tîmên pizîşkî û pêdawîstiyan.
Û komîta Yasayî ya Hevbendiya niştimanî Ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, gilînameyek dijî Rêjîma Esed û herdû dagîrkerên Rûsî û Îranî daye Encumana Ewlekariya navdewletî, der barê operasyonên qirkirina tevayî ya ku li bajarê Helebê dibe, û her weha ji bo koçberkirina bi kotekî û pêkanîna guhertinên demografîk yên ku li ser koçberan tên sepandin.
Û serokê Komîta Yasayî, Heysem Almalih, tekez kir ku rêjîma Esed û herdû dagîrkarên rûsiya û Îranê, tawanên cengê dikin û asta wan digihêje asta qirkirinê, di riya beşdariya di dorpêçkirin û birçîkirin û koçberkirina kotrkî û guhertina demografîk, û bikaranîna çekên qedexe li ser asta navdewletî, wek bombeyên Fosforî û napalim û bobbeyên hejînkar, û her weha armanckirina nexweşxane û dibistanan û kombûnên zarok û jinan, û neçarkirina zêdî nîvê xelkên Sûriyê ji bo destberdana ji mal û bajarên xwe, û ruxandina jêrxaneyê û xaniyan, û kuştina bi sedên hezaran ji sivîlan, û êşkencekirin û kuştina di zidanan de.
Jêder: Hevbendî