Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî Elbehra, tekez kir ku armanckirina dibistanan ji aliyê rijêma Esed û hevalbendên wê ve binpêkirineke beloq e ji yasaya navdewletî ya mirovî re, herweha ji mafên zarokan di jiyaneke ewle de ya ku mafên wan ên hînbûnê tê de parastî bin re.
Û Elbehra di tiwêteke xwe de li ser hesabê malpera X got ku ji civaka navdewletî tê xwestin ku rêşûnên rêgir peyda bike ji bo rawestandina tawanên rijêmê yên berdewam dermafê sivîlan, di nav de bombebarankirina zarok û jinan û avahiyên giştî tevî dibistan û nexweşxaneyan, û binpêkirinên wê yên dubare ji lihevkirinên agirbestê û pirotokolên wê re rawestînin.
Û Elbehra got ku nebûna liveke navdewletî ya kartêker li hember tawanên rijêma Esed û hevalbendên wê, dihêle ku hîn bêhtir tawankar tawanan pêk bînin, û rêzik û yasayên navdewletî yên ku armanckirina avahiyên perwerdeyê û dibistanan qedexe dikin binpê bike.
Tê zanîn ku roja şemiyê sê zarokên dibistanê û mamosteya wan li dibistana Elşuheda li gundê Afis ê rojhilatê Idlibê ji ber bombebarankirina hêzên rijêma Esed ji hewşa dibistanê re birîndar bûn, ew jî bû sedema belavbûna tirs û sawê di nav şagirt û kadroyên perwerdeyê de, nemaze li gel berdewamiya bombebaranê li ser gund.
Û li gorî Berevaniya Sivîl a Sûrî, armanckirina dibistanan û navendên xwendinê ji aliyê rijêmê û Rusya ve di heyva Çiriya Pêşîn a îsal de gihîşt asta herî bilind, bi 15 êrîşên li ser dibistanan, di nav wan de armanckirina dibistana “Hisên Hac Ebûd” li bajarê Sermîn di 3 çirya pêşîn de, û dibistana “Necîb Eldiqis” li gundê Elbera û dibistana “Îbn Xeldûn” li bajarokê Binîş, her du jî di 5ê çirya pêşîn de, her wiha armanckirina dibistana çaremîn li bajarê Cisir Elşuxûr di 7ê çirya pêşîn de, û dibistanek li bajarokê Elebzîmo di 8ê çirya pêşîn de.
Û Berevaniya Sivîl bal kişand ser ku ev êrîş di dema gurkirina mezin a hêzên rijêmê û Rusya li ser Idlib û gundewarê wê û gundewarê Helebê yê rojava di destpêka çirya pêşîn de bûn, û dibistan di 21ê çirya pêşîn de careke din hatin armanckirin, bi bombebarankirina derdora dibistanekê li gundê Quneytra li gundewarê Idlibê, û dibistana Ehmed Siblo li bajarê Erîha û dibistanên “Mustafa Omer Mustefa” û dibistana rojhilatî li gundê Eltawame li gundewarê Helebê yê rojava di 24ê çirya pêşîn de, ji ber ku hêzên rijêmê ew di wê demê de bi mûşekên ku cebilxaneyên şewitandinê hilgirtibûn armanc kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî