Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi boneya “Roja Navdewletî ya Nehiştina Tundûtûjiya Dijî Jinê” ya rêkeftî 25 çirya paşîn e, ya ku ji aliyê Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî ve di biryara (A/RES/54/134) ya sala 2000î de hatiye pejrandin, bal kişand ser kiryarên rêbazkirî yên rijêma Esed ên ku di heyama salên bûrî de di cenga li dijî gelê Sûriyê de xwe spartiyê, ku bûne sedema dutaqkirina tundûtûjiyê li dijî jina Sûrî.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke rojnamevanî di vê boneyê de, got ku ji sala 2011an ve, jina Sûrî rastî tundûtûjiyên bêmînak hatye, nemaze ji encama rêbaz û kiryarên rijêma Esed dermafê gelê Sûriyê, bi girtin, îşkencekirina hovane, binpêkirinên kotekiya seksî û kuştina bi dehhezaran jin li derveyî yasayê, her wiha jidestdana wan ji hezkiriyên wan re tevî zarokên ku ew jî qurbanên heman kiryaran in.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de got ku jinên Sûrî pir zehmetî kişandine, ji ber derdeseriya derbiderî û koçberkirina kotekî û di pey re tirajîdiyên bimelyonan Sûrî tevî malbatên wan, ya ku bi gelek raporên mafên mirovan ên ku ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ên navdewletî û komîteyên lêkolînê yên navdewletî ve hatine çespandin.
Û daxwiyaniya Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser wê yekê ku kiryarên rijêmê ên ku dighêjin asta tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê, nemaze li dijî jinan, hîn berdewam in, ji ber ku tundûtûjî dermafê wan bikar tê, wek sizakirina wan ji ber helwest û çalakiyên wan ên siyasî û sivîl, her wiha bikaranîna wan wek amûreke fişarê li ser mêrên ji malbatên wan, ku dibe sedema tundûtûjiya aloz li ser jinan, lewra ji civaka navdewletî tê xwestin ku rêşûnên yasayî û siyasî yên gunav bo rûbirûbûna van binpêkirinên ku gelê Sûriyê bi giştî û jinên Sûrî bi taybetî têde dijîn bikar bînin.
Û Hevbendiya Niştimanî ji civaka navdewletî û Netewên Yekbûyî xwest ku hemî alavên berdest bikar bînin û bi awayekî cidî û bilez ji bo aktîvkirina mîkanîzmayên pejirandî bo bidawîkirina hemû şêweyên tundûtûjiya dermafê jinan li Sûriyê û tevaya gelê Sûriyê kar bikin, ji karê li ser serbestberdana girtiyan ji girtîgehên rijêmê dest pê bike.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de tekez kir ku vegerandina rola bibandor ya jinên Sûrî li tevaya deveran, bi ti awayî ji bilî pêkanîna xwestekên gelê Sûriyê di rêya veguhestina siyasî û cîbicîkirina tam û vebir a biryarên Encûmena Ewlekariyê 2254 (2015) û 2118 2013) re û bihêzkirina jin û mêrên Sûrî, da ku Sûriya li ser bingeha azadî, demokrasî, piralîbûn û hemwelatîbûna wekhev ava dibe, pêk nayê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî