Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, tekez kir ku Sûriya şaristaniyê ya xwedan dîrok û dewlemend bi samanên xwe yên xwezayî, di salên bûrî de ji aliyê rijêma Esed ve hatiya wêrankirin, û di serdema Beşar de bi bazirganiya keresteyên hişbir û bi taybetî Captagonê navdar bûye, û bal kişand ser ku Captagon îro yek ji medeyên herî giring ên ku rijêma Esed hinarde dike ye.
Û Elmislit got ku keresteyên hişbir li Sûriyê, ne bi dizî ji aliyê komên çete yên biçûk ên derveyî yasayê ve tên çêkirin, weke ku li hin dewletan dibe, lê belê navendên berhemdana Captagonê li Sûriyê bi agahdarî û çavdêriya rijêmê ne, û rijêm wan navendan kontrol dike, ew jî bi hevrêzkariya li gel Firqeya çaran û destekê wê milîsên Hizbullaha terorîst.
Û di vê derbarê de rojnama Fransî “Le Monde” dît ku Beşar Esed di vê dawiyê de bi riya pêşxistina berhemdana pîşesazî û bazirganiya berfireh ya hebên Captagonê yên hişbir, kariye ji dorpêça navdewletî derkeve.
Û Rojnameyê got ku mesrefeke giran ji rijêmê re ji bo çêkirina Captagonê navê, ji ber ku Şamê karibû dermansazên pispor di çêkirina dermanan de yên ku li ser bingeha çêkirina amfetamînan kar kirine ji nûve perwerde bike, û toreke tund ji kargehên veşartî li deverên leşkerî yên di bin parastina Firqeya Çaremîn de a bi serokatiya Mahir Esed birayê biçûk ê serokê rijêmê ava bike.
Û rojnameya Fransî diyar kir ku dahata bi riya van keresteyên hişbir salane bi milyarên dolaran e, lewra dibe çavkaniya sereke ya diravên rijêma Esed.
Û Wezareta Xizîneya Amerîkayê, di cîbicîkirina yasaya dijî Kaptagonê de, siza li ser 6 welatiyên Sûrî û Libnanî û du kargehên hevalbendên rijêmê û milîsên Hizbullahê sepandibûn, her weha hikûmeta Birîtanya jî sepandina sizayan li ser 11 saziyên girêdayî rijêmê ragihand.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî