Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê zêdegaviyên Desteya Tehrîr Elşam derheqê sivîlan û astengkirin û peyketina wan û ta bi kuştina takekesên bêçek pirotesto kir.
Hevbendiyê pirotestokirina xwe ji çi zêdegaviyên li ser alayên şoreşê ji hêla hêzên tundrew ve tekez kir, û dibîne ko çi hêz destê wan di şerê li dijî sivîlan de hebe û piransîb û hêviyên miletê Sûrî mandel bike, hîç nabe ew aliyek ji şoreşa Sûriyê be, lê ew li gora kar û tawanên xwe li rex rêjîma Esed û piştgirên wê radiwestin.
Hevbendiya Niştimanî li ser giringiya yekbûna hemû alayên artêşa azad di beraberiya hêzên tundrew de sûr e, û hemû ramanên li dijî pirinsîbên şoreşa Sûriyê di azadî, dadî û rûmetê de red dike, her weha tekezî li ser yekkirina hemû bizavan ji bo beraberiya tawankariyên rêjîma Esed û hêzên dagîrker û milîtanên tirorist yên piştgiriya wê dikin kir.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî