Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bi tundî hilmetên milîsên (PYD) yên revandin û girtin û binçavkirina têkoşerên kurd yên ji çend salan de dibin şermezar kirin.
Û Hevbendiya Niştimanî nîgeraniya xwe nîşan da li hember kiryarên revandina têkoşerên kurd, ku dumahîk kiryar destdirêjiya li ser mala endamê serokatiya ENKS’ê û rêxerê giştî yê Tevgera çaksazî kurdî – Sûriya Fêsel Yosif li Qamişlo bû û revandina wî ber bi cihekî nediyar ve.
Hevbendiya Niştimanî diyar kir ku “Yosif” hêjî di girtîgehên PYD’ê de binçavkirî ye, tevlî hejmarek ji çalakvan û siyasetmedarên din, ku hejmarek mezin ji girtiyan jiyana xwe jidest dane bi sedema eşkence û lêdanê ya bi hemahengiyeke rasterast ligel çeteyên Esed.
Herwiha Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de gefên kuştinê yên nivîsîkî û vîdiyokirî ên wan milîsan dijî endamê desteya siyasî ya Hevbendiyê Fûad Alîko û Ibrahîm Biro, endamê desteya danustandinan û serokê berê yê ENKS’ê bi sedema helwestên wan yên dijî terorê û desthilata kotekî û piştgiriya wan ji şoreş û azadiya xelkê Sûriyê re şermezar kirin.
Hevbendiyê milîsên PYD’ê berpirsyar dîtin di ber jiyana mamoste Fêsel Yusif de, her weha di ber her ziyanekê dijî her têkoşerekî yan malbat û hevalên wan yên gef li wan tên xawarin , ji wan serokê encûmena xwecihiya Afrînê ya ENKS’ê “Ebdulrehman Apo”.
Hevbendiya Niştimanî dubare pabendiya xwe bi piransîp û daxwazên xelkê Sûriyê yên bi dirêjahiya 7 salên tekoşîna li dijî zordariyê dupat kir, û tekez kir ku armanca wê ya serekî rizgarkirina tevaya xelkê Sûriyê ji stem û terorê ye, ji bo karibin bi xwe rêveberiya xwe bikin.
Hevbendiya Niştimanî daxwaza rawestandina piştgiriya wan milîsan kir, û nehêlin di kiryarên xwe yên serkutkirinê dijî hemî pêkhateyên Sûriyê berdewam bin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî