Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê namak ji serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan re şand, têde hêvî dike ko civîna sêqolî ya ko Tirkiyê sibe çarşembê mêvandariya wê dike amancên xwe pêk bîne û çareseriyeke siyasî bibîne ko amancên miletê Sûrî misoger bike.
Hevbendiya Niştimanî di nameya xwe de ya ko bi imzeya serokê wê Ebdulrehman Mistefa, tekez kir ku giring e agirbest cîbicî bibe û alîkarî bigehên mirovên hewcedar û pirosesa siyasî li gora biryarên navdewletî û di serî de daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254 pêk were û amancên miletê Sûrî yên azadî û rûmetê pêk bîne.
Hevbendiya Niştimanî got: ‘’ ji ber ko Enqere wê mêvandariya civîna sêqolî ya derbarê Sûriyê di 4 nîsanê de bike, ji bo bizavên bidawîkirina nakokiya li Sûriyê heye, em hêvî dikin civîn serkeftî be. Û em bawer in ko wê amancên xwe misoger bike çimkî komara Tirkiyê mêvandariya wê dike, û ew bi helwestên xwe yên piştgiriya miletê Sûrî beraber rêjîma Esed naskirî ye.‘’
Her weha Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser cîbicîkirin û piştgiriya bîrnameya taybet ya ji bo çêkirina herêmên kêmkirina şerî li Sûriyê kir, wek ko di rêkeftina 4 gulanê û 22 çileyê pêşî di sala 2017ê de diyar e, û bal kişand ser giringiya ku guhdaneke taybet bi cîbicîkirina aramiyê li parêzgeha Idlibê bibe, û diyar kir ko ew bûye warê 2 milyon mirov.
Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku giring e tîma kar ya bo berdana girtiyan û kesên revandî û radestkirina kelaxan bi pêş bikeve, wek ko di daxuyaniya hevbeş ya civîna navdewletî derbarê Sûriyê de li Astane roja 22.12.2017ê hatiye.
Hevbendiya niştimanî di nameya xwe de got ku pêwîst e civîna sêqolî giringiyê bide nehêlana dubarekirina operasiyona koçkirina kotekî ya komelî ji gund û bajarên Sûriyê yên din wek ko nuha li Xûta çêdibe.
Jêder: Nivîsgeha ragehandina ya Hevbendiya Niştimanî