Rêzdar cenabê serok Mesûd Barzanî
Rêzdar Kak Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê
Kak Mesrûr Barzanî rawêjkarê dezgeha ewlekariya niştimanî ya Herêma kurdistanê
Malbata Barzanî ya pildar
Bi kul û kovaneke mezin me nûçeya koçadawîkirina birayê têkoşer Dilovan Idrîs Barzanî kurê şehîdê nemir Idrîs Barzanî bi nexweşiya kirîza dil bihîst, bi vê helkefta xemgîn, em behî û sersaxiyên xwe yên jidil araste dikin, û hevxemiya malbata Barzanî ya têkoşer dikin, û ji xudayê mezin dixwazin ku rehmetî bi dilovanî û behişta xwe şad bike.
Ebdulbasit Hemo
Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê