Nevaneda Sûrî ya azadiya rojnamevaniyê ya Kombenda rojnamevanên Sûrî, duh duşembê êvarî, diyar kir ko 14 binpêkirin derheqê ragihênerên Sûrî di heyva borî de çêbûne.
Navend dibîne heyva adarê rêjeya binpêkirinan ji herdu heyvên berî xwe bilindtir e, di çileyê paşî de 10 û di sibatê de 11 binpêkirin hebûn.
Raportê anî ziman ko binpêkirin li dijî ragihêneran li Sûriyê berdewam in, tev ko biryara Encûmena ewlehiyê ya hejmar 2401 roja şembiyê 24 sibata borî derketiye, ya ko daxwaza agirbestê bi kêmanî bo 30 rojan li hemû deverên Sûriyê kiriye.
Navendê di adara borî de kuştina 4 ragihêneran belgeh kiriye, Beşar Eletar, Ehmed Hemdan û Obeyda Ebû Omer, bi bombebarana Rûsî li ser Xûta û çalakvanê ragihêneriyê Suhêb Eyûn bi topbarana hêzên Beşar Elesed li ser bajarê Dûma li Xûta rojhelat şehîd ket.
Raportê kuştina 8 ragihêneran di herdu heyvên borî de ji encama bombebarana tund ya li ser bajar û gundên Xûta rojhelat ji hêla rêjîma Esed û hevalbenda wê Rûsya, her weha astengkirina azadiya rojnamevaniyê ya ko gelek alî li Sûriyê bikar tînin bi taybetî li Bakurê Sûriyê belgeh kirine.
Navendê got binpêkirinên heyva borî ne tenê kuştin lê birîndarkirina ragihêneran û girtin û rawestandin û binpêkirina bi lêdanê û gef û diziya alavên ragihênerekî û têkbirina alavên ragihênerekî din.
Raportê derbên li dijî ragihêneran anîn ziman ko çalakvanê ragihênerê Xeyas Ebû Qusey bi sedema bombebarana asmanî ya firokên Rûsî ya li ser bajarokê Eyn Tirma li Xûta rojhelat û birîndarbûna ragihênerekî bi sedema teqîna mayûneke zemînî li herêma Efrînê li gundewarê Helebê ko milîtanên PYD çandibûn.
Raportê şeş binpêkirin bi sedema bombebarana Rûsya li ser bajar û bajarokên Xûta rojhelat tomar kirine, her weha herêma Efrînê li gora raportê 5 binpêkirin û bajarê Dera û Idlib û Hema her yek binpêkirinek çêbûye.
Li gora raporta navendê hejmara ragihênerên şehîd ketine li Sûriyê yên ko hatine belgehkirin ji nîveka adara 2011ê heta adara borî 430 ragihêner in.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî