Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, bi xemgîniyeke mezin koça dawî ya mamoste Cîhad Meter, endamê Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî û nûnerê parêzgeha Reqayê radighand, Meter yê ku di temenê 56 salî de ji ber kirîza dil li Îyaleta Rihayê li Tirkiyê koça dawî kir.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de got ku Rehmelê, mamoste Meter gelek beşdariyên wî di warê siyasî û yasayî de hebûn, û ji destpêka şoreşa Sûriyê de tevlî çalakiyên li dijî rijêma Esed bû, û di dirêjiya salên bûrî de xebat ji bo pêkanîna armancên şoreşa Sûrî dikir.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî sersaxiya malbat, kesûkar û dostên mamosteyê ji nav me bar kiriye re pêşkêş kir, û lêbûrîn û dilovaniya xwedayê mezin jê re xwest.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî