Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê mirina hunermenda azadîxwaz û şoreşger “Fedwa Silêman” ragihand, ya kêferateke dûrûdirêj bi nexweşiyeke bêçare re derbas kir, û îro pêncşemê 17.08.2017 jiyana xwe ji dest da.
Hunermend Fedwa Silêman bi helwestên xwe yên piştgiriya şoreşa Sûriyê li dijî rêjîma Esed û simbolên wê navdar bû, û di pêşiya xwepêşindanên ko doza rûxandina rêjîmê dikirin bo azadî û rûmetê de bû.
Piştî derketina wê ji Sûriyê Silêman di çendîn çalakiyên navdewletî de beşdar bû, tako şoreşa Sûriyê û amancên wê yên li dijî rêjîma dîktator bi xelkê bide naskirin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê di daxuyaniya xwe de sersaxiya malbat û xortên şoreşa Sûriyê û hevalên hunermenda koçkirî kir, û dibîne ko bi çûna wê “simbolek ji simbolên şoreşa Sûriyê vemirî, û ew yekem gul bû ji destpêka şoreşê ve ji bo azadiyê qîriya, ew nimûneyeke şoreşgerî pêşkêş kir ji resenî û yekîtiya niştimanî re wek reseniya miletê Sûrî”.
Fedwa Silêman 1970 hatiye dunyayê, ji peymangeha bala ya hunera şanoyê derçûye, çendîn beşdarbûnên wê di şanoyê û radyo û televizyonê û sînema û doblacê de berî şoreşê hebûn.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendî Niştimanî