Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Îro Sêşemê, kongirekî rojnamevanî li dar xist, têde behsa asayîkirina têkliyên Erebî bi rijêma Esed re û biryara vegerandina wê bo nav Komkara Erebî kir, û têde Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit tekez kir ku ev vegerandin vegerandina rijêmekê ku ejendeya Îranê hilgirtiye ye.
Û Elmislit bal kişand ser wê yekê ku Komkara Erebî bi vegerandina rijêmê bo nav komkarê ew xelat kir, piştî 12 salan ji kuştin, koçberkirin û wêrankirin, û şehîdbûna bi sedên hezaran kes, bi dehezaran girtî û wendayî û bi milyonan kesên ji warên xwe koçberkirî, çi li hundurê welat an li derveyî welat be.
Û Elmislit tekez kir ku her dewletek di standina biryarên derbarê ewlehî û aramiya xwe û ya deverê de azad e, lê cext kir ku kesê tawanên li dijî gelê Sûriyê pêk anîne nikare ewlehî û aramiyê bîne, û got ku yê van tawanan tevan dermafê gelê Sûriyê bike, dê di têkbirina aramî û ewlehiya deverê de dudilî nebe, û dest ji ejendeya Îranê ya kîndar a dijî deverê bernade.
Û berdewam kir û got: Rijêma Esed “Tenê kare terorê û keresteyên hişbir bîne deverê, û ew yek kir.”
Û Elmislit got ku em helwestên dewletên bira di salên şoreşê de bilind dinirxînin, û em bi niyazên wan ên pak bawer in, lê em ji niyaza vê rijêmê jî piştrast in, û bal kişand ser ku gelê Sûriyê hîn jî hewcedarî birayên xwe ye, û ji wan dûr nakeve eger ew rê şaş jî bikin.
Û Elmislit diyar kir ku gelê Sûriyê şer kiriye, û hîn jî şerê ejendeya kîndar ya ku jehra xwe bi hemî aliyan ve davêje dike, û bal kişand ser ku ew jehir ne tenê berve Sûriyê tête avêtin, lêbelê davêje dewletên bira jî, û got ku gelê Sûriyê bi wêrekî li hember wan ejendeyan rawestiya, û gelek şiyanên wan pûç kirin.
û matmayîna xwe ji vekirina deriyan îro ji van ejendeyan re nîşan da, û hişyarî da ji barîna jehrê ji kursiyekî di gumana dewletên bira de ku ji Sûriyê re hatiye dan.
Û Elmislit tekez kir ku ev normalîzekirina têkliyan dê rastiyê neguherîne, û got ku tiştê li Sûriyê diqewime şoreşeke gelêrî ya gewre ye, li dijî tawankarekî kujer, ê ku dagîrkerên curbecur bo kuştin û koçberkirina sûriyan û wêrankirina welatê wan anîne, da li ser deshilatê bimîne, lê çendî bûyer û helwêstên siyasî bên guhartin, rastî bi tenê weke xwe dimîne.
Û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî û hemû hêzên şoreşê vê asayîkirina têkliyan red dikin, û dibînin ku tiştê bûye alîgiriyek eşkere ye ji rijêma tawankar ya ku nûneratiya gelê Sûriyê nake re, û armanc û daxwazên gel paşguh dike.
Û careka dî tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî tevî aloziya dîmenê jî, armanc û pirensîpên xwe naguhere, û pabendbûna xwe bi piransîpên şoreşa Sûrî piştrast dike, û heta jê tê wê ji bo gihandina dengê Sûriyan û daxwazên wan bo dewletên kartêker ên têkildarî dosyaya Sûriyê kar bike.
Û Elmislit diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî nûnerê rewa ê gelê Sûriyê ye, lê mijara dana kursiya Sûriyê li vê dawiyê pêre nehate gotûbêjkirin, û ew û hêzên şoreş û rikberiya siyasî dema standina biryarê hatin paşguhkirin.
Û Elmislit got ku vegerandina rijêmê bo nav Komkara Dewletên Erebî, bi hêviya ku rijêm bi erênî bersiva pirosesa siyasî bide, biryareke tam şaş e, û derfetê dide rijêmê ku hovîtiya xwe li dijî gelê Sûriyê tundtir bike.
Û got ku biryara dewletên erebî şokek mezin bû ji gelê Sûriyê re yê ku li hêviya birayên xwe bû ku destê alîkariyê dirêjî wî bikin, û tirajîdiya ku vê rijêmê peyda kiriye bidawî bibe, û diyar kir ne tenê gelê li deverên rizgarkirî derdeseriyê ji ber vê rijêmê dikşînin, lêbelê tevaya deverên Sûrî êşa terorê û binpêkirinan ji destê vê sîstema tawankar dibînin.
Û Elmislit dît ku pêngavên Erebî yên vê dawiyê hêza Îranê li deverê xurt dikin, û dihêle ew bêhtir rûberê kîndariya xwe li dewletên erebî firhtir bike, û ev yek jî metirsiyê li ser dewletên bira çêdike, û got ku ev yek di dosyaya keresteyên hişbir de pir eşkere bû, ji ber ku Urdin bi awayekî berdewam tûşî operesyonên qaçaxiya çekan û keresteyên hişbir dibe, ew qaçaxiya ku ji aliyê rijêmê, milîsên Îranî û milîsên Hizbullaha terorîst ve tê birêvebirin.
Û Elmislit tekez kir ku piroseya siyasî ya girêdayî Sûriyê rawestiyaye ji ber astengkirina rijêma Esed ji çi pêngavekê ber bi wê pirosesê ve re, û daxwaza cîbicîkirina biryara navdewletî 2254 kir, ya ku cîbicîkirina wê berpirsiyariyeke navdewletî ye.
Û daxwaza yekrêziyê û temamkirina her karê neqediyayî kir, û xwest vegerînek berfireh ji tevaya karên me re çêbibe, şaştî serrast bibin, û şêwir li ser asteke gelêrî ya berfirehtir û bingeheke hevbeş bibe, û pispor û niştimanperwerin din û kesayetiyên xwedan rol û bandor di nav civaka xwe de tevlî dezgehên şoreşê bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî