Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Ebdilbasit Ebdilletîf, tawana hovane ya dermafê sê ji baştirîn xortên Artêşa Niştimanî ya Sûrî li rojhilatê bajarê Serê Kaniyê li bakurê Hesekê şermezar kir.
Û Ebdilletîf got ku ev tawana ku di encamê de 3 serkirdeyên bi navên Te’an Ebû Yezen Elyesarî, Basil Ebû Zêd Elyesarî û Teref Ebû Malik Elyesari hatin kuştin, pêwîstiya kontrolkirina çekan li seranserê deverê piştrast dike.
Û Ebdilletîf got ku eger tawankar di zûtirîn dem de neyên girtin, û sizayên xwe yên dadwerî di bin qubeya dadgehan de nebînin, dibe ku ev yek bihêle ku hîn kuştina baştirîn endamên Artêşa Niştimanî ya Sûrî berdewam bikin.
Û Ebdilletîf bang li aliyên pispor û şareza kir ku mijarê bişopînin, û bizanibin ka kî li pişt kuştina van şoreşgeran e, û divê rastî eşkere bibe, û tawanbaran derxînin pêşberî dadgeriyê, da ku darizandina wan bibe ders ji kesên ku dixwazin ewlehiya deverê têk bibin û tirs û sawê di nav xelkê de belav bikin re, û sersaxiyên germ ji xizim û malbatên hersê şehîdan re pêşkêş kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî