Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, hevdîtinek li gel hejmarek ji hunermend û rewşenbîr û Karsazên Sûrî lidar xist, û bi wan re behsa rewşa Sûriyê ya giştî û dawîtirîn pêşhatên rewşa meydanî û siyasî kir.
Û di hevdîtinê de Emîndarê Gistî, Abdulbasit Abdulletîf, û Endamên Hevbendiya Niştimanî, Mihemed Eldixêm û Zekeriya Melahifcî, amade bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştmanî pesnê rola hunermend û rewşenbîr û karsazên sûrî yên li kêleka xelik û gelê xwe di rûbirûbûna hovîtiya rijêmê û alavên wê yên serkutkirinê rawestiyane da, û Elherîrî helwestên wan yên rûmetdar bilind nirxandin, her weha bandora wan di riswakirina tewanên rijêmê dermafê sivîlan de, û eşkerekirina rastiya şoreşa Sûrî û xwestekên wê ji raya giştî ya Sûrî û Erebî û Navdewletî re, û qurbaniyên ku pêşkêş kirine di rêya azadiya Sûriyan û rûmeta wan de anî ziman.
Û amadebûyan ketwarê derdeseriyên Sûriyan piştî deh salan ji tewanên berdewam dermafê wan li ser destê rijêma Esed û dewletên piştgiriya rijêmê dikin berçav kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî şiroveyek li ser pilana karê Hevbendiya Niştimanî pêşkêş kir, û ji hunermend û karsazên Sûrî xwest ku beşdariyê di nerîna siyasî ya niştimanî û pirensîpên destûrî de bikin.
Û tekezî li ser pêwîstiya hevkarî û hevrêziyê di aliyên civakî û çandî de bo piştgiriya doza gelê Sûrî di pêkanîna azadî û rûmetê de kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî