Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî, Ebdulrihman Mustefa, li baregehên Hikûmeta Demkî li gundewarê parêzgeha Helebê, hevdîtinek li gel girûpek ji rojnemevanên Sûrî yên di warê ragihandina Sûrî de dixebitin civiya, û rewşa deverên rizgarkirî û astengiyên ku di warê kar de rastî wan tên bi wan re gengeşe kirin.
Û di hevdîtinê de Wezîrê Dadê, Ebdulselam Ebdellah, Wezîrê Darayî D. Ebdihekîm Elmisrî, Wezîrê Tendutistiyê D. Meram Elşêx û Emîndarê Giştî yê Hikûmeta Demkî, Fayiz Nebî, û Berpirsê Têkliyên Derve di Hikûmetê de, Yasir Elhecî amade bûn, her weha nûnerin Kombenda Rojnemevanên Sûrî, Yaneya Rojnemevanên Sûrî, Yekîtiya Rojnemevanên Heleb û gundewarê wê, Yekîtiya Rojnemevanên Sûriyê, Kombenda Rojnemevanên li Xota û gundewarê Şamê, Ofîsa Rojnemevanî ya Kombenda Kurdên serbixwe, çalakvanên gundewarê başûrê Şamê û rojnemevanên serbixwe, amade bûn.
Û Serokê Hikûmetê pesnê xebatên ku rojnemevan pê radibin û rola wan di têkoşîna niştimanî di vê qonaxa ku divê tevaya karînan bi yekbin de da, û bal kişand ser erkê mezin yê li ser milê rojnemevanan di veguhastina rastiyê û gihandina wê ji raya giştî re.
Û Mistefa got: “Girîngiya rola ragihandinê tê ji ber ku wek hevkar û piştgirê saziyên şoreşê ye, û erkê pîşeyî ji me tevayan dixwaze ku em li milê şoreşê rawestin di rûbirûbûna dijminên ji her alî ve me dorpêç dikin” û tekezî li ser girîngiya yekkirina hêzan kir daku ragihandineke niştimanî yekgirtî be û xizmeta şoreşa ku em ji bo wê têkoşînê dikin bike.
Û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî bal kişand ku ragihandin ji amûrên pêwendiyê yên herî bihêz e di serdema me ya niha de, û rola wê di şirovekirina mijaran ji raya giştî re girîng e, û ew hîmeke sereke ye di avakirina dewlet û civakê de.
Û rojnemevanan di dema hevdîtinê de pirsgirêkên rastî wan tên di dema kar û veguhastina bûyeran de li deverên rizgarkirî anîn ziman, û ji aliyê xwe ve Serokê Hikûmetê soz da ku dê kar bike ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan di demeke nêzîk a gengaz de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî