Serokê Desteya Danûstandinên Sûrî, Enes Elebde, civînek ji dûrrve li gel Balyozên Dewletên Ewropî li bal Netewên Yekbûyî lidar xist, û bi wan re dawîtirîn pêşhatên meydanî û siyasî gengeşe kirin.
Û Serokê Desteyê şiroveyek têr û tesel li ser pêşketinên pirosesa siyasî bi giştî û Komîteya Destûrî ya Sûrî bi taybetî pêşkêş kir, û astengiyên rastî wan tên ji ber ku rijêm ne cidî ye û heza rijêmê tuneye ku tevlî ti çareyê bibe diyar kir, ji ber ku rijêm berdewam e di windakirina demê de yaku di riya retkirina gengeşeya çi xiştekara ku behsa bendên destûrî dike re eşkere bûye.
Û Elebde di civînê de got: “Divê Dewletên Ewropî xebata pêwîst bikin û fişarê li ser rijêmê û hevalbendên wê bisepînin, ji bo kartêkerkirina rêyên din û sepetên biryara 2254, nemaze sepeta hukmê veguhêz û doseya girtiyan.
Û Elebde ji civîngeran re dawîtirîn pêşhatên meydanî û rewşên mirovahî yên dijwar ên ku niştecî li tevaya Sûriyê û deverên rizgarkirî tê de dijîn anî ziman.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî