Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, pêşwaziya berpirsin ji radyoya Fecir û girûpek ji rojnemavanên Sûrî kir, û bi wan re behsa rewşa giştî li Sûriyê û dawîtirîn pêşhatên rewşa meydanî û siyasî û ketwarê xebata saziyên ragihandinê yên şoreşgerî kir.
Û di hevdîtina ku li baregeha Hevbendiyê li Sitanbolê lidar ket, Rêvebirê Radyoya Fecir, Elai Eldîn Hiso, û hejmarek ji rojnemevanên Sûrî amade bûn.
Û Rêvebirê Radyoyê Elai Eldîn Hiso, tekezî li ser pêwîstiya hevrêziya li gel Hevbendiya Niştimanî û karê li ser pirogramên hevbeş di navbera Hevbendiya Niştimanî û radyoyê de li bakur û başûrê Sûriyê kir.
Ji aliyê xwe ve Serokê Hevbendiyê pesnê rola raghandina şoreşgerî ya Sûrî di eşkerekirina daxwazên şoreşê û riswakirina rijêma tewanbar û siponserên wê, her weha di veguhastina derdeseriyên sivîlan bi dirêjiya 10 salan ji cenga rijêmê li ser Sûriyê û Sûriyan de da.
Û Nesir Elherîrî tekez kir ku raghandina şoreşgerî berê û hîn jî di eniya yekemîn ya rûbirûbûnê de ye, û tevî şiyanên hindik karîbû li hember mîkanîzma ragihandina rijêma Esed yaku ji roja yekemîn ya şoreşê de li ser şêwandina rastiyan û belavkirina derewan di riya helmetên ragihandinên derewîn yên ku dewletin mezin piştgiriya wê ya darayî dikin rawestiya.
Û Serokê Hevbendiya Niştmanî çalakiyên ku Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û rikberiya Sûrî pê radibe, her weha rola Hevbendiyê di piştgiriya pirosesa siyasî û komkirina piştgiriya navdewletî ji bo kartêkerkirina pilan û pirogramên Hikûmeta Sûrî ya Demkî li deverên rizgarkirî berçav kirin.Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî