Hevrêzkarê Komîteya Sûrî-Tirkî ya Hevbeş yê beşê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Ehmed Bekora, û şandê pêre, serdana Serokê Rêvebiriya Parastina Navdewletî û Parastina Demkî di Rêvebiriya Koçberiya Giştî li Enqerê kirin, û behsa dawîtirîn rêşûnên têkildar bi Sûriyên li Tirkiyê û di pêşî de mijara îqameya mirovahî kirin.
Û Serokê Beşê Parastina Navdewletî di Rêvebiriya Koçberiyê de, dît ku dê îqameya mirovahî bidin yên pespora kevin li ba wan hene, û di heman demê de îqameya wan ya torîzmê berê heye, ji bo hêsankirina rêxistinkirina rewşa yasayî ji wan re.
Û Ehmed Bekora pêşniyarek ji aliyê Tirkîyê re derbarê girîngiya dana îqameya mirovahî bo kesên Sûrî yên çalak li Tirkiyê pêşkêş kir, wek rojnemevan û karmendên di komeleyan de dixebitin û bazirganan, ji bo hêsankirina tevgera wan di hundir Tirkiyê de, ji ber ku destûra rêwîtiyê naxwaze û di heman demê de yê ku ew îqame pêre heye dikare pê here derveyî tirkiyê jî.
Û Bekora li ser girîngiya hêsankirina destûra rêwîtiya nav bajaran ji bo kesên navser axivî, û aliyê Tirkî soz da ku ewê vê mijarê vekolîn bike, û derbarê pirsgirêka lihevkombûna malbatan piştî rûdana pêtara korona û girtina dergehên sînorî, aliyê Tirkî derbarê çareserkirina hin rewşên mirovahî yên taybet amadebûna xwe anî ziman.
Û sebaret kesên ku nasnameya wan ya parastina demkî li Ederne hatiye rawestandin, aliyê Tirkî tekez kir ku ew babet dê were çareserkirin.
Û herdû aliyan behsa mijara serrastkirina agahiyên di nasnameya parastina demkî de hatine kirin, û aliyê Tirkî bal kişand ser ku biryar heya ger tenê şaştî di tîpekê heya sê tîpan be, dê yekser were çareserkirin dema agahî werin pêşkêşkirn, lê şaştiya ku zêdeyî sê tîpan be ew hewcedarî biryara dadgehê ye.
Û sebaret zarokên Sûrî yên li Tirkiyê yên nasnama wan tune ye ji ber ku dê û bav ne li Tirkiyê ne, tekezî li ser giringiya çareserkirina wê pirsgirêkê kirin, ji ber ku dewleta Tirkiyê guhdar e ku tevaya zarokên Sûrî di dibistanan de bin.
Û herdû aliyan mijara şêweyê nasnameya parastina demkî yaku dijwariyan ji kesên radihêjênê re diafrîne, bi sedema mezinbûna wê, aliyê Tirkî soz da ku ew dê vekolînekê li ser şêweyekî nû ji belgeya parastina demkî re amade bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî