Rêxistina Human Rights Watch di raporeke xwe de îro, dît ku êrîşên berdewam ên hêzên rijêma Esed û Rûsiya li ser jêrxaneya sivîl li Idliba bakur-rojavayê Sûriyê, wek tewanên cengê ne, û bal kişand ser ku heye ew êrîş bighên asta tewanên dijî mirovahiyê.
Û rêxistinê di rapora xwe de got ku êrîşên asîmanî û bejayî yên hêzên rijêmê û Rûsiya li ser nexweşxane û dibistan û bazaran ji nîsana 2019 ta 2020 bi sedan mirov kuştine, û bûne sedema derbideriya hejmarek mezin ji welatiyan, her weha wan êrîşan niştecî ji mafê tenduristî, hînkirin, xwarin, av û cihê hêwirînê bêpar kirin.
Û Rêvebirê Cîbicîkar yê Rêxistinê, Kenneth Roth, bal kişand ser ku armanckirina dibistan û nexweşxwane û bazaran li Idlibê ji aliyê hêzên rijêmê û Rûsiya ve, wek perçeyek ji sitratîciyeke leşkerî ya bi mebest e, daku jêrxaneya sivîl wêran bike, û nişteciyan biqewtîne, ji bo vegerandina desthilata rijêmê li ser deverê hêsan bibe.
Û Roth, got ku divê karînên navdewletî bi yek bin ji bo biçespînin ku êrîşên ne rewa dê ne derveyî cezayan bin, daku nehêlibin di pêşerojê de êrîş pêk werin, û diyar bikin ku ti kes, pileya wî çi be bila bibe, ji ceza û lêpirsênan rizgar nabe, û got ku heyanî rizgarbûna ji cezayan berdewam e, dê êrîşên ne rewa û ziyanên mirovahî yên mezin bidomin.
Û Human Rights Watch 46 êrîşên asîmanî û bejayî ji aliyê rijêmê û Rûsiya ve yên têde narincokên goşeyî bikar anîne belge kirine, û got ku wan êrîşan ne kêmtir ji 224 sivîlan kuştin, û 561 kes birîndar kir, û helmeta leşkerî bû sedema derbiderbûna 1.4 melyonek welatî.
Û raporê anî ziman ku êrîşên Idlib, Erîha, Cisir Elşixor û Meerit Elnuiman armanc kirine, û ziyan gihandin 12 avahiyên tenduristî û 10 dibistanan, her weha ziyan gihandine ne kêmtir ji 5 bazaran, 4 kampan, 4 taxên nişteciyan, 2 deverên bazirganî, girtîgehek, dêrek, yarîgehek û baregeha saziyeke sivîl.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî