Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîneke şêwirdarî li gel jinin ji devera rojhilatê Sûriyê lidar xist, wek xelekekê ji zincîra hevdîtinên Komîteya Diyaloga Niştimanî ya Hevbendiyê, bi armanca gengeşekirina pêşketinên siyasî û astengiyên di riya şoreşa sûriyê de, daku rê li pêşiya “pirosesa diyaliga niştimanî bi temamî” xweş bike.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî, D. Nesir Elherîrî, serokatiya civînê kir, û Cîgirên Serok Uqab Yehya û Ruba Heboş û Emîndarê Giştî Abd Albaset Abdullatif, û Hevrêzkarê Komîteya Diyaloga Niştimanî Salim Elmislit, û Endamên Komîteyê Ebd Elîlah Fehed û Behcet Eletasî û Ehmed Tu’imê û Mihemed Qedah amade bûn.
Û amadebûyan rola jinê û girîngiya wê û rêyên hevkarî û hevrêziyê bo piştgiriya rola jina Sûrî û beşdariya wê di jiyana siyasî û civakî de gengeşe kirin, her weha misogerkirina bidestxistina jinê ji tevaya mafên xwe re.
Û amadebûyan bal kişandin ser tewan û binpêkirinên Rêxistina PKK ya terorîst û şaxê wê yê Sûrî PYDe yên berdewam tewanên dermafê jinê li devera rojhilatê Ferêt pêk tînin, bi pirosesên girtin û binçavkirin û revandina jinan û leşkerkirina wê di nav milîsên pêve girêdayî de.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir, ku jina Sûrî zêdetir ji nîvê civakê ye, û beşdariya wê di diyaloga şoreşgerî de û tevaya aliyên din de hebû, û got ku “Em xebatê dikin ta ku jin bi hêz be, em kar dikin daku hebûna wê di navendên biryarê de û di tevaya saziyên rikberiyê û pirosesa siyasî û pêşeroja sûriyê de hebe, û ew di artêş û asayîşê de jî hebe”.
Û Serokê Hevbendiyê şiroveyek li ser nerîna Hevbendiya Niştimanî derbarê devera rojhilat pêşkêş kir, û tekez kir ku ew perçeyekî nayê perçekirin ji Sûriyê, û dît ku çareya pirsgirêkên deverê dê perçeyek ji çareya siyasî bi temamî bin, yên biryarên encûmana ewlekarî destnîşan kirine û di serî de biryara 2254.
Û Cîgirê Serok Uqab Yehya li ser Komîteya Elcezîre û Elferat û karê wê di pêwendiya berdewam li gel xelkê deverê û Neteweyên yekbûyî û aliyên navdewletî yên çalak re axivî, daku tewanên ku milîsên PYD pê radibin berçav bibin, her weha behsa xwestina xelkê deverê ku ji rêxstinên terrorist rizgar bibin kir, daku rêvebiriya deverên xwe bi xwe bikin.
Û Cîgira Serok Ruba Heboş li ser girîngiya vekirina Ofîsa Jinan li deverên rizgarkirî û li ser pilana karê Hevbendiyê di pêwendiya li gel tevaya sazî û rêxistinên taybet bi jinê axivî, û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî girêngiyeke mezin dide jinê û rola wê ya pêşengî di civakê de.
Ji aliya xwe ve jinan tekezî li ser girîngiya avêtina Hevbendiya Niştimanî ji pêngavin piratîk û çalak re derbarê xelkê devera rojhilat kirin, û guh bide doz û pirsgirêkên wan, û alîkariya wan jinan bike di avakirina desteyên ku nûnertiya wan û daxwazên wan li Neteweyên yekbûyî û dewletên çalak dikin.
Her weha jinan tekez kirin ku jina Sûrî banga xwe, bi giyanê kurên xwe yên ku hatine revandin an girtin û şehîdkirin ji azadên cîhanê re dişîne, û gotin ku ne ji mafê ti kesî ye ku dest ji bostekê ji xaka Sûriyê an ji daxwazên gelê wê di pêkanîna azadî û rûmetê de berde.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî