Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî Elbehra û endamên Desteya Siyasî û ya Giştî, hevdîtinek li gel mezinê malbatên Çeçenan Enwer Çawîş û Serokê Komeleya Mêrdînliyan Hemîd Hafiz li bajarê Serê Kaniyê li gundewarê Hesekê li dar xistin, û li pirsgirêkên ku niştecihên bajêr rastiyê tên û nerîna wan derbarê nehiştina wan pirsgirêkan û başkirina rewşa bajêr guhdarî kirin.
Û Şanda Hevbendiyê ji endamên Desteya Siyasî Ebdulehed Istêfo, Ebdulbasit Ebdulletîf û Mihemed Elî Îsa û Endamê Hevbendiyê Hisên Elre’ad û Wezîrê Çandiniyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de Hayil Elkeleş pêk dihat.
Û amadebûyan behsa giringiya dabînkirina pêdawîstiyên çandiniyê, û çawaniya jinavbirina astengiyên ku cotyar gazinan jê dikin kirin, nemaze di warê firotina berhemên xwe yên çandiniyê de, û pêwîstiya ku bankeke çandiniyê li deverê bête avakirin.
Û amadebûyan cextî li ser pêwîstiya dîtina mîkanîzmayeke tekûz ji bo perwerdeyê û gengaziya vekirina dergehên elektronîkî ji zanîngehan re ji bo berdewamkirina fêrbûna ji dûr ve bi awayekî serhêlî kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî