• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Wednesday, 1 February , 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Ofîsa Têkiliyên Derve ya Hevbendiya Niştimanî li gel Nûnerên Dewletên Dostê Gelê Sûriyê Dicive

December 1, 2022
in Nûçeyên Hevbendiyê
Ofîsa Têkiliyên Derve ya Hevbendiya Niştimanî li gel Nûnerên Dewletên Dostê Gelê Sûriyê Dicive

Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civînek li gel Şanderên Dewletên Dostê Gelê Sûriyê duh sêşemê li dar xist, û bi wan re behsa giringiya kartêkerkirina pirosesa siyasî li Sûriyê û pêşhatên rewşa meydanî û nemaze gurkirina leşkerî ya metirsîdar ya rijêma Esed û Rusya li ser deverên sivîlan li bakurê Sûriyê kir.

Û di hevdîtinê de Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit, Serokê Hevbeş yê Komîteya Destûrî Hadî Elbehra, Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa, Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê Heysem Rehmê, Cîgirê Serok Ebdilehed Istêfo, Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat û hejmarek ji endamên Desteya Siyasî û hevrêzkarên ofîs û rêveberî û komîteyan amade bûn.

Û nûnerên Amerîka, Fransa, Brîtanya, Almanya, Îtalya, Hollanda, Danîmarka, Niyozîlanda, Awustralya, Swêsra û Îmarata Erebî amade bûn.

Û Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit kurteşiroveyek li ser pêşhatên rewşa meydanî û siyasî li Sûriyê pêşkêş kir, û tekez kir ku rewş li Sûriyê rawestyayî ye di dema nebûna helwesteke navdewletî ya vebir hember tawanên rijêma Esed û necidîbûna di piştgiriya gelê Sûriyê de, daku daxwazên wan pêk werin û xwînrêjiya ku bêhtir ji 11 salan de didome raweste.

Û cextî li ser giringiya karê cidî li ser kartêkerkirina piroseya siyasî û cîbicîkirina biryarên navdewletî yên taybet bi Sûriyê û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2118 û 2254 û nemaze xalên girêdayî dadpirsîn û sizakirinê bi tohmeta pêkanîna tawanên cengê dermafê sivîlan kir.

Û Serokê Hevbeş yê Komîteya Destûrî Hadî Elbehra li ser tevlêbûna erênî û avakar ya Hevbendiya Niştimanî di rêya siyasî de yaku di sala 2014an de hatiye damezrandin axivî, û tekezî li ser berdewamiya di heman rêbazê de ta bicihanîna veguhastina siyasî yaku êş û derdeseriyên gelê Sûriyê bidawî tîne, kir.

Ji aliyê xwe ve Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa, li ser bizavên ku Hikûmeta Sûrî ya Demkî pê radibe bo rêvebirina deverên rizgarkirî di dema astengî û dijwariyên ku rastî Hikûmetê tên bo pêkanîna ewlehî û aramiya deverê û ya herî girîng operasyonên berdewam ji aliyê milîsên PYDe yê teroristî ve axivî .

Û Endama Komîteya Siyasî Salwa Aksoy daxwaza liveke kartêker ji hêla tevaya dewletan ve li nava Netewên Yekbûyî kir, daku fişaran li rijêma Esed bikin, ji bo pêngavin mezin di warê serbestberdana girtiyan de bavêje, û çarenûsa windayan eşkere bike.

Û Hevrêzkarê Desteya Karûbarên Penaberan Selîm Idrîs, li ser pêwîstiya piştgiriya penaberên Sûrî yên li welatên ku lê penaber bûne axivî, û got ku pirsgirêkên penaber û derbideran ji kok de nayên çareserkirin bêyî pêkanîna veguhastina siyasî û cîbicîkirina biryarên navdewletî û di serî de biryara 2254, yaku jîngeheke ewle û aram dabîn dike, û vegera penaberan ji ber xwe ve garantî dike.

Û Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat dosya sizayên li ser rijêma Esed hatine sepandin berçav kir, û tekezî li ser berfirehkirina çembera wan sizayan kir, daku kesayet û kampaniyên sûrî û nesûrî yên ku ji sizayan direvin û nahêlin ew sizdan kartêker be li xwe bigire, û daxwaza fişarê li ser milîsên PYDe yên terorîst kir, da nehêlin neft û sotemeniyê bidin rijêmê, û nehêlin dahatên diravî ji rijêmê re di riya belge û kaxezên yasayî yên kesane re werin wek (passport, piştrastkirina kaxezan û girêbestan), ji ber ku rijêm penaberên sûrî neçar dike ku kaxezên kesane ji konsulxaneyên rijêmê li seranserê cîhanê bi berdêlên diravî yên giran derxînin.

Û Hevrêzkarê Ofîsa Lêkolînan Fîras Mesrî, li ser karê rêxistinên navdewletî û ajansên Netewên Yekbûyî li Sûriyê û şêwra bi rijêmê re derbarê qebare û nirxandina pêdiviyan û belavkirina wan li nav civaka sivîl ya Sûrî axivî, û got ku ew bi heman rolê li deverên rizgarkirî ranabin, û rêxistinên civaka sivîl di danûstandin û hevrêziya li gel Hevbendiya Niştimanî û Hikûmeta Sûrî ya Demkî dudil in, ew jî ji tirsa rawestandina piştevaniya wan bi bihaneya bikaranîna alîariyan ji bercewendiyin siyasî re.

Û Elmisrî xwest ku hevrêzkarî di nav saziyên Hevbendiya Niştimanî û bexşînkaran de hebe, ji bo nirxandina pêdvî û rêyên belavkirinê di riya saziyên civaka sivîl re, nemaze yên li deverên rizgarkirî dixebitin.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Posts Related

Berekat: Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî dê Bibe Sînorek li Pêşiya Normalkirina Têkliyan bi Rijêma Esed re
Nûçeyên Hevbendiyê

Berekat: Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî dê Bibe Sînorek li Pêşiya Normalkirina Têkliyan bi Rijêma Esed re

January 30, 2023
Mektebî Piştrast Dike ku Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî di Demeke Guncav de Hat û Rola Revendên Sûrî Bilind Dinirxîne
Nûçeyên Hevbendiyê

Mektebî Piştrast Dike ku Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî di Demeke Guncav de Hat û Rola Revendên Sûrî Bilind Dinirxîne

January 30, 2023
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.5k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 9 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Hevbendiyê

Berekat: Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî dê Bibe Sînorek li Pêşiya Normalkirina Têkliyan bi Rijêma Esed re

Mektebî Piştrast Dike ku Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî di Demeke Guncav de Hat û Rola Revendên Sûrî Bilind Dinirxîne

Hevbendiya Niştimanî Spasiya Xwe bo Helwêstên Navdewletî yên Piştgir ji Kartêkerkirina Dosya Sizakirina Rijêma Esed li Ser Tawanên wê Tîne Ziman

Elmislit Tekez Dike Ku Rijêma Esed Pabendî bi Biryara Navdewletî 2118an Nekir û Daxwaza Cîbicîkirina Tedbîrên Ku Benda Heftemîn ji Madeya 21ê Disepîne Dike

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.