Komîteya Partiyan di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de, civînek ji dûr ve li gel Partiya Komarî ya Sûrî lidar xist, û pêre pêşhatên rewşa meydanî û siyasî gengeşe kirin.
Û di civînê de Hevrêzkarê Komîteyê, Ebdellah Kedo, û Endamên Komîteyê Mihemed Yihya Mektebî û Ehmed Remedan beşdar bûn, û ji aliyê Partiya Komarî ve Basil Iz Eldîn û Selah Elsilêman û Malik Elhafiz beşdar bûn.
Û Serokê Hevbendiyê D. Nesir Elherîrî di beşekî ji civînê de beşdar bû, û tê de li ser pêşveçûnên pirosesa siyasî axivî, û tekezî li ser pabendiya bi çareya siyasî li gorî biryarên navdewletî yên girêdayî bi pirsa Sûriyê û di pêşî de daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254 kir.
Û civîngeran tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya diyalogê di navbera tevaya hêzên niştimanî siyasî yên rikber û tevaya pêkhatên gelê Sûriyê de kirin, da daxwazên tevan di nasnameya Sûrî a hevbeş de hebin.
Û cextî li ser pêwîstiya karê bi hev re ji bo vegerandina baweriyê li ba gelê Sûrî kirin, bi rya rêvebirina deverên rizgarkirî wek nimûneyekî ji dewleta çaverêkirî re.
Û amadebûyan pirosesa siyasî nemaze amadekariyên gera sêyemîn ji karê Komîteya Destûrî Sûrî gengeşe kirin.
Û hevbendiyê tekezî li ser lidarxistina hevdîtinên berdewam û bilindkirina asta hevkarî û hevrêziyê bi armanca gihiştina helwestên hevbeş bo piştgiriya şoreşê û pêkanîna daxwazên gelê Sûrîyê di pêkanîna azadî û rûmetê de kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî