Ofîsa Pêwendiyan di Komîteya Sûrî-Tirkî ya Hevbeş de, hevdîtinek şêwirdariyê di navbera Serokê Hevbendiya Niştimanî D.Nesir Elherîrî û komek ji rojnemevanên Sûrî yên guhdanê bi rewşa Sûriyan li Tirkiyê dikin, û nûnerên dezgehên raghandinê yên cûrbecûr in lidar xist.
Û di civînê de cîgirê Serokê Hevbendiyê, Ruba Hebûş, û Emîndarê Giştî Abd Albaset Abdullatif, û Endamê Desteya Siyasî û Hevrêzkarê Ofîsa Revendan Mihemed Yihya Mektebî, û Endamê Hevbendiyê Hevrêzkarê Komîteya Sûrî-Tirkî ya Hevbeş Ehmed Bekûra amade bûn.
Her weha di civînê de derdora 75 rojnemevanan, hin jê fîzîkî û hin jî di riya toreya entirnêtê re amade bûn, û civîn bi rawestana xwileyeke bê deng li ser giyanê qurbaniyên komelkujiya kîmawî yaku rijêma Elesed berî heft salan bi çekên kîmawî pêkaniye dest pê kir.
Û hevdîtin erênî bû, û amadebûyan astengiyên penaberiya Sûriyan li Tirkiyê, û pêwîstiya hevrêzî û pêşxistina pirosesên pêwendiyan û raghandinê gengeşe kirin, û civîngeran komek ji temînî û pêşnyarîyên piştgiriya karê Komîteya Sûrî-Tirkî ya hevbeş û çakkirina xizmetguzariyan pêşkêş kirin.
Û Serokê Hevbendiyê wek Serpereştê Giştî yê Komîteya Sûrî-Tirkî ya Hevbeş ji aliyê Sûrî ve li ser ketwarê Sûriyan li Tirkiyê axivî, û bal kişand ser ku karê sereke yê Komîteya Sûrî -Tirkî ya Hevbeş xizmeta Sûriyan li Tirkiyê ye, yên hejmara wan derdora çar melyon kesî ye.
Û got ku Hevbendiya Niştimanî bi Karin mezin ji bo alîkariya tevaya Sûriyên li Tirkiyê radibe, û li ser çareserkirina pirsgirêkan bi hevkariya li gel aliyên Tirkî yên fermî dixebite, û bal kişand ku Endamên Komîteyê viyana hevkariyeke mezin li rex hevpişkên Tirkî dîtn ji bo hevkariya li ser hemî astan
Û Elherîrî şiroveyek derbarê pirosesa siyasî bi awayekî giştî û Komîteya Destûrî bi rengekî taybet pêşkêş kir, û diyar kir ku şandê desteya danûstandinên Sûrî di Komîteya Destûrî de bi awayekî çak ji bo çûna Cinêvê amade bû, û bi karê amadekirina tevaya belgeyên têne xwestin rabû, ne tenê ji bo destpêkirinê, lêbelê ji bo domandina pirosesa destûrî bi awayekî temamî.
Û cextî li ser pêwîstiya cîbicîkirina temamî ji biryara 2254 bi tevaya xalên wê yên sereke kir, ji bo gihîştina çareya siyasî ya domdar li Sûriyê, û careke din di bîr anî ku çênabe Komîteya Destûrî bibe berdêl ji biryara 2254, lê dibe ku bibe dergeh ji destpêka cîbicîkirina biryarê bi temamî.
Û eşkere kir ku karên Komîteya Destûrî neh heyvan rawestiya, û navnîşana wê ya pan retkirina rijêmê ji pêşveçûna pirosesa destûrî re bû, û tekez kir ku rijêm hîn dest ji xewna xwe ya leşkerî bernedaye, û ne cidî ye di pirosesa siyasî bi giştî de, û Komîteya Destûrî bi rengekî taybet.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî