Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdulrihman Mostefa, beşdarî di vekirina avahiya gimruka giştî li dergehê Elraî yê sînorî kirin, her weha di vekirina avahiya Rêvebiriya Bazirganî û Pîşesaziyê û avahiya Encûmana Xwecihî ya bajarê Elraî li gundewarê Heleb beşdar bûn.
Û di vekirinê de Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Abd Albaset Abdullatif û Endamê Desteya Siyasî Behcet Etasî û hejmarek ji Wezîrên Hikûmeta Sûrê ya Demkî amade bûn, her weha Rêvebirê Doseya Sûrî di Wezareta Derve ya Tirkiyê de Selcuk Onal û Waliyê kilisê Ragab Sowtork û alîkarê wî Fahmî Sinan Niazi, û hejmarek ji berpirsên Tirkî amade bûn.
Ev jî di bîranîna çaremîn ya operasyona Mertala Feratê de hat, yaku bi beşdariya Artêşa Niştimanî ya Sûrî û Artêşa Tirkî bû, ji bo rizgarkirina deverê ji rêxistinên terrorist.
Û beşdaran gerek li ser avahiyên nû pêkanînn, û serdana hemû beşên avahiyan kirin, û birêveçûna karê tê de dibe temaşe kirin, û pilana karê van saziyan û girngtirîn astengîyên rastî wan tên gengeşe kirin.
Û Elherîrî tekez kir ku 24ê tebaxê kêliyeke berçav e di xêza şoreşa Sûrî û têkliyên germ di navbera gelên Sûrî û tirkî de, û bal kişand ku ew destpêk bû ji bo damezrandina hebûna deverên rizgarkirî yên ku sivîl karibûn bi ewleyî û hêminî lê bijîn.
Û cextî li ser giringiya parastina van deveran û rêxistinkirina rêvebirinê di riya saziyên cîbicîkar yên Hevbendiya Niştimanî re kir, daku di çalakkirna rewşê û bilindkirina asta xizmetkariyên ji sivîlan re têne pêşkêş kirin alîkar be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî