Bi armanca hevrêzkirina karînên rûbirûbûna vîrosa korona li deverên rizgarkirî, Wezîrê Tenduristîyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, Meram Elşêx, û Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li gundewarê Helebê, Ehmed Elşihadî, civîneke şêwerdarî li gel Endamên Ofîsa Parêzgeha Helebê ya azad li bajarê Ezazê lidar xist.
Û di civînê de Cîgirê Serokê Encûmana Parêzgehê, Fayiz Eldibil, û Emîndarê Giştî yê Encûman Mihemed Cilo, û Berpirsê Karta Tenduristî D. Ebdullah Hec Zêno, û Endamê Ofîsa Cîbicîkar ya karta Tendirustî û Jîngehê D. Ebdulrezaq Derwîş, û Rêvebirê Tenduristiya Heleba Azad D. Mihemed Ridwan Kurdî, û Rêvebirê Saziya Berevaniya Sivîl li parêzgeha Helebê Bêbers Mişel amade bûn.
Û civîngeran rêçên hevkarî û hevrêzkirina karînan bo sînorkirina belavbûna bêtara Korona û rêçên çareserkirinê gengeşe kirin, û li ser dabeşkirina rolan nemaze di pirosesên dermankirina avahiyên giştî de axifîn, her weha bileziya dabînkirina pêdviyên girîng û amûrên pêwîst wek laborator û navendên veqtandina nexweşan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî