Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, dît ku Komîteya Destûrî ya duh duşemê, li Cinêvê, dest bi karê xwe kiriye, yek ji dergehên çareya siyasî ye li Sûriyê, û ew jî hewcedarî xurtkirina rola wê ji aliyê Civaka Navdewletî ye, daku destpêkirineke rasteqîn misoger bike, û derfeta paşxistina karê Komîteyê nede rijêma Esed.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî di gotareke xwe de yaku îro di Elquds Elerebî hatiye weşandin de got ku “divê keş û hewaya navdewletî di dema civînên Komîteya Destûrî de vebir be, û gerek tevaya alîyan zanibin ku bijarde hindik in, û divê pêgirî bi çareyên rewa û daddar hebe, û derfetên serkeftina wan mukum bikin, yan jî dê berdêl dijwar bin”.
Û Elherîrî bal kişand ku Şandê Desteya Danûstandinên Sûrî, bi xişteya kar ya hatiye danîn pabend e, û di heman demê de ew bi meremên rijêmê jî zane, û got ku “ em wê baş nasdikin, û em pêşbîn dikin ku ew dê çi rêyên bidest bikevin bikar bîne ji bo astengiyan ji xişteya kar re derxîne , çi bi riya gurkirina leşkerî li ser zemînê be, an di riya şîretkirina nûnerên xwe be, ji bo ku xiştekara civînan ji rê derînin”.
Û Elherîrî ji Netewên Yekbûyî û dewletên siponseriya pirosesa siyasî dikin, daxwaza danîna sînorekî ji lîstina berdewam bi xişteya kar re û ji reva herdemî ji pirosesa siyasî ji aliyê rijêmê ve re kir, û berpisyarî danî ser milê civaka navdewletî, ji ber ku ew aliyê yektaye ku dikare rijêmê û siponserên wê gem bike, û bihêle rewş berve çareya siyasî ya rasteqîn biçe.
Û Elherîrî tekez kir ku hêzên rikberiya Sûrî bi hemû pêkhat û saziyên xwe, ji veguhestina siyasî re amade ne, û ew bi pirensîpên çareya siyasî li gorî biryarên navdewletî pabend in, û opozisyonê ti mercên pêşinde ji danûstandinê re dananîne, û got ku çareya siyasî, berê û hîn jî, ew e rêça ku hêzên şoreş û rikberiya Sûrî li ser erê kirine ye, daku mafên gelê Sûrî vegerînin, û armancên şoreşê pêkbînin, û biryarên Netewên Yekbûyî cîbicî bikin.
Û Elherîrî anî ziman ku gelê Sûriyê hewcedarî civateke navdewletî ne, li kêleka wan bisekine, daku dawîyeke bi rûmet ji xebatên xwe yên dirêj re deynin, û deriyên xwe berve pêşerojê vekin, û karibin vegerin welatê xwe û di avakirina wî de alîkar bin, di bin siya hukmdariyeke şareza de, ya Sûrî wê bi azadî hilbijêrin.
Û Elherîrî cext kir ku Sûrî û bi hemû sûrbûn û hêza dilê xwe, bijardeya serçimandina ji zordariyê re red dikin, û ew di heman demê de berdewamiya êş û kuştin û birçîkirin û tewan û destdanîna ser samanan jî red dikin, û tiştê ji civaka navdewletî dixwazin, tenê pabendiya bi kartêkirina biryar û sozên xwe ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî