Ofîsa Sendîke û Yekîtiyên Werzişî di Hevbendiya Niştimanî de, civînek li gel Sendîkeya Sûrî ya Giştî ya Mamosteyan lidar xist, û bi hev re ketwarê mamosteyên Sûrî li Tirkiyê gengeşe kirin.
Û di civînê de Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Ruba Heboş û Endamên Desteya Siyasî Abdulmajid Berekat, û Mihemed Yehye Mektebî û Selîm Elxetîb, û Serokê Sendikayê yê Giştî Elî Lole û Serokê Sendîkeya Mamosteyan Mustfa Eleshed û komek ji Endamên Sendîke û mamosteyan li Sûriyê û Tirkiyê amade bûn.
Û Serokê Sendîkeya Mamosteyên Sûrî li Tirkiyê, Mustefa Eleshed, şiroveyek li ser Sendîkeyê ji destpêkê de û şaxên sendîkeyê li deverên rizgarkirî û li Libnan û Urdin û Tirkiyê pêşkêş kir, û li ser astengiyên rastî mamoste û xwendekarên Sûrî li Tirkiyê bi sedema cîbicîkirina siyaseta êkbûna fêkirinê tên axivî.
Û pirsgirêkên ku mamosteyên Sûrî li Tirkiyê tûşî wan dibn, nemaze piştî erkdarkirina wan bi kar li dibistanên Tirkî berçav kirin.
Û Serokê Giştî yê Sendîkeyê Elî Lole li ser rewşa dibistanên deverên rizgarkirî û derdeseriyên xwendekar û mamosteyan, nemaze piştî derbiderbûna hejmareke mezin ji xwendekar û mamosteyan ji Deraa û Elqinêtira û gundewarê Şamê û Hums û Hemayê axivî, her weha behsa jiyana hejmareke mezin ji dibistan û saziyên fêrkirinê li deverên ku rijêmê dagîr kirine kir.
Ji aliyê xwe ve Mihemed Yehye Mektebî karên ku Komîteya Sûrî-Tirkî ya Hevbeş pê radibe bi têkliyên li gel saziyên fermî ji bo çarekirina tevaya pirsgirêkên ku Sûrî li Tirkiyê rastî wan tên, tevî pirgirêkên fêrkirinê berçav kirin.
Û tekezî li ser girîngiya tevlîbûna Sûriyan di civakên dewletên lê bûne niştecî, çi li Tirkiyê be an li dewletên din be kir, û bal kişand ser pêwîstiya ku revendên Sûrî çalakiyên çand û fêrkirinê lidar bixînin ji bo zarokên Sûrî yên li derveyî Sûriyê bûne fêrî ziman û çanda dayîkê bibin.
Û Ebdulmecîd Berekat tekezî li ser girîngiya berdewamiya hevdîtinên hevbeş di navbera Sendîkayê û Hevbendiya Niştimanî de kir, daku bighînin şêweyê pilaneke kar ji bo çareserkirina pirsgirêkên rastî mamoset û xwendekaran li Sûriyê û Tirkiyê tên.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî