Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li gundewarê Helebê, Ehmed Elşihadî, hevdîtinek li gel şandek ji Yekîtiya Rojnemevanên Sûrî li Helebê û gundewarê wê lidar xist, û pêre hejmarek ji dozên girîng ên girêdayî karê ragihandinê li deverên rizgarkirî û rola jinan di karê raghaninê de gengeşe kirin.
Û Şandê Yekîtiya Rojnemevanên Helebê û gundewarê wê, ji Serokê Yekîtîyê, Îsmaîl Elric, û Serokê Ofîsa Yasayî, Mustefa Ebdellah, û Seroka Ofîsa Jinan, Hîbe Berekat, û Rêvebirê Ajansa Sîqe ,Derwîş Salih, pêk dihat.
Û Elşihadî di civînê de şiroveyek li ser karê Hevbendiya Niştimanî di qonaxa dahatî de pêşkêş kir, û tekezî li ser rola girîng yaku Hevbendî dide yekîtîyan û alavên raghandina şoreşa Sûrîyê nemaze derbarê eşkerekirin û riswakirina tewanên rijêmê dermafê sivîlan kir, her weha tekezî li ser pêwîstiya piştgiriya daxwazên gelê Sûriyê di pêkanêna azadî û rûmetê de kir.
Û herdû aliyan li ser girîngiya hevkarî û hevrêziyê di qonaxa dahatî de nemaze di bin siya astengiyên mezin yên şoreşa Sûriyê rastî wan tê lihev kirin, û tekezî li ser rola jinan û piştgiriya karê wan di warê raghandinê de li deverên rizgarkirî kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî