Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civînek li gel ofîsa siyasî ya parêzgeha Reqayê civiya, û bi wan re rewşa parêzgehê û rewşa sivîlan û tewanên milîsên PYD dermafê xelkê deverê gengeşe kirin.
Û di civînê de Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî û Cîgirê Serok Uqab Yehya û Emîndarê Giştî Ebdulbasit Ebdulletîf û Sekretêrê Desteya Siyasî Riyad Elhesen û Endamê Desteya Siyasî Yasir Elferhan û Herdu Endamên Desteya Giştî Mihemed Elî Îsa û Ebdellah Elferec, amade bûn.
Û Endamên Ofîsê şiroveyek li ser pirosesa avakirina ofîsa siyasî li parêzgeha Reqayî û pêngavên ku piroses tê re derbas bûye ji destpêka lidarxistina komîteya amadekar ji kongirê ku tê te nêzî 370 kesî ji xelkê parêzgeha Reqayê beşdar bûne pêşkêş kir, kongirê ku tê de ji nav beşdaran 266 kes ji tevaya beşên civakê bûn wek mamoste, endeziyar, nojdar, parêzer û pizîşkên dirana amade bibûn, û di dûvre hilbijartin çêbûn û ofîsa ku ji 15 endaman pêk tê ava bû, endamên ku li ser deverên rêvebirî belav bûne, û nûnertiya beşên civakê yên cûrbecûr dikin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî pesna hewildanên ku endamên ofîsê pê radibin ta bighêje avakirina ofîsa siyasî ya parêzgeha Reqayê da, û bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî piştgiriya avakirina ofîsên siyasî yên nûnertiya daxwazên tevaya parêzgehên sûrî dikin bo şêwirdariyê di navbera wan û Hevbendiya Niştimanî de derbarê biryara şoreşgerî dike, her weha misogerkirina beşdariya tevaya sûriyan di dariştina vê biryarê de.
Û tekez kir ku divê xwîna qurbaniyên sûriyê winda nebe, ew tişt dihêle ku hemû li ser rêxistinkirina karê şoreşgerî yê dezgehî bixebitin, di riya dîtina mîkanîzmên hilbijartinê yên rewa û pejirandî, û ger di bin hilbijartinan re be jî, ji bo karibin li hember tevaya astengiyên rastî şoreşê tên rawestin.
Û Elherîrî got ku civaka navdewletî berpisyariya mezin di ber derdeseriyên ku gelê sûrî têde dijî hildigre, û cext kir ku civaka navdewletî bi şêweyê rêvebirinê bi doseya Sûrî re didin û distînin ne bi awayekî vebir.
Û cext kir ku Hevbendiya Niştimanî bi gihîştina çareya siyasî ya pirosesa siyasî li gorî daxwiyaniya Cinêvê û biryara 2254an pêgir e, û bal kişand ser ku beşê herî girîng di çareseriyê de avakirina desteya hukumê veguhêz e, yaku divê beşar Esed û kes ji stûnên rijêma kujer têde tune bin.
Û Elherîrî amadebûna Hevbendiya Niştimanî bo hevrêziya li gel ofîsa siyasî ya parêzgeha Reqayê daku di çêkirina biryarê de beşdar be diyar kir, da di çêkirina biryarê de beşdar bin, her weha hevpar bin di çalakiyên amûrên cîbicîkar û yên ne cîbicîkar yên Hevbendiya Niştimanî û şaxên wê.
Û Uqab Yehya li ser giringiya devera rojhilatê Ferêt di pêşeroja sûriyê de axivî, û bal kişand ser ku Komîteya Cizîrê û Ferat xebatê dike daku di avakirina ofîsên siyasî yên wek wê bo herdû parêzgehên Dêra Zorê û Hiseçê beşdar be, wek rêxweşkirinekê ta ku bighînin deste an laşê ku nûnertiya hersê bajaran dike.
Ji aliyê xwe ve Emîndarê Giştî Ebdulbasit Ebdulletîf, teke kir ku Hevbendiya Niştimanî giringiyê dide karê li gel cemawerê deverên rizgarkirî, û bal kişand ser ku Hevbendiyê du baregeh li bajarê Ezazê û Elraî vekirine, û xwe amade dike bo ku baregeha sêyemîn li deverên rizgarkirî li rojhilatê Ferat veke.
Û Yasir Elferhan tekezî li ser giringiya pêwendiyê di navbera ofîsa siyasî ya parêzgeha Reqayê û di desteya niştimanî ya karûbarê girtî û windayan kir, ji bo şopandina binpêkirinên Milîsên PYD dermafê xelkê deverê, û belgekirina wan binpêkirinan, daku ji aliyên navdewletî re bişînin.
Û li ser pêwendî û hevrêzîya berdewam di navbera Hevbendiya Niştimanî û ofîsa siyasî ya parêzgeha Reqayê lihev kirin, daku daxwazên xelkê parêzgehê û pêdviyên wan ronî bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî