Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, bi Balyozê Firensa li paytexta Tirkiyê Enqere Hervé Magro re civiya, di çarçoveya xebatên siyasî û diplomatîk yên ku Hevbendiya Niştimanî ji bo kartêkerkirina tevaya sepetên di biryara navdewletî ya 2254an de hatine û di serî de desteya hukumdarî ya veguhêz pê radibe tê, her weha di çarçoveya komkirina helwesteke navdewletî bo retkirina hilbijartinên ne rewa yên ku rijêm di riya wê re dixwaze pirosesa siyasî hilweşîne û navaroka wê vala bike.
Û di hevdîtinê de Cîgira Serok Ruba Hebûş û Sekretêrê Desteya Siyasî Riyad Elhesen û Hevrêzkarê Ofîsa Têkliyên Derve Ebdulehed Istêfo û Berpirsê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî li Enqerê Ehmed Bekora, amade bûn.
Û herdu aliyan behsa pêşhatên rewşa meydanî li Sûriyê û derdeseriyên derbider û koçberan li kampan û berdewamiya rijêma Esed li ser rêbaza leşkerî, her weha behsa êrîşên leşkerî yên berdewam li ser sivîlan li deverên rizgarkirî û gurkirina dawîn li başûrê sûriyê kirin.
Û amadebûyan li ser pêşketinên pirosesa siyasî, nemaze gera pêncemîn ya karên Komîteya Destûrî ya Sûrî yaku ti pêşketinê nabîne ji encama jikarêxistin û astengkirina karê wê ji aliyê rijêma Esed ve axivîn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser kartêkerkirina tevaya rêyên biryara 2254 û di serî de rêya avakirina hukumê veguhêz kir, û bal kişand ser ku Komîteya Destûrî beşekî girîng e ji çareseriyê, lê ne çareseriya tam e.
Û Elherîrî bal kişand ser ku rijêma Esed astengiyê dixe karê komîteyê ji bo ku hilbijartinên serokatiyê yên ne rewa lidar bixe, û ji hikûmeta Firansî daxwaza fişarê li ser sponserên rijêmê kir, daku pêşketineke bedrest di karê komîteyê de pêk bîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî