Ofîsa Revendan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civînek ji dûr ve li gel hejmarek ji rayedarên saziyên Revenda Sûrî li Amerîka li dar xist, û bi hev re dosya yasaya Qeyser û sizayên ku li ser rijêma Esed hatine sepandin herweha rola Revendên Sûrî di danasîna şoreşa Sûriyê de û daxwazên gelê Sûrîiyê bo azadî, rûmet û demokrasiyê bo rêvebirên çêkirina biryarê û gelê dewletên ku lê dijîn gotûbêj kirin.
Û di civînê de Hevrêzkarê Ofîsa Revendan Mihemed Yehya Mektebî, Sekreterê Desteya Siyasî Ebdulmejîd Berekat û herdu endamên Hevbendiya Niştimanî Fîras Elmesrî û Eymen Elasmî amade bûn.
Û Ji aliyê Revendê ve Mihemed Bekir Gibês, Zaher Sehlûl, Mîrna Berq, Şadî Martinî, Heysem Elbizim, Zekî Lababîdî, Corc Istêfo, Tariq Ketîle, Mehmûd Harmûş û Qutaiba Idlebî beşdar bûn.
Û amadebûyan sizayên ku li ser Rijêma Esed li gor yasaya Qeyser hatine sepandin û karê tîma Qeyser ji bo bihêle ku dewlet mekanîzmayeke yekgirtî yaku dewletan li ser sizakirina rijêmê bicivîne ava bikin, berçav kirin.
Û amadebûyan tekez kirin ku sizayên ku li ser rijêma Esed hatine sepandin têra çêkirina fişarê li ser wê nakin, û bal kişandin ser ku peywendiyên aborî yên xurt di navbera rijêmê û milîsên PYDe de bûne sedema lawazkirina bandora sizayan.
Û amadebûyan dosyeya ragihandinê û gengaziya avakirina toreke peywendiyan li gel aliyên rojnemevanî yê Emrîkî bo nivîsandina gotaran û lidarxistina hevpeyvînan daku dosya Sûriyê ronî bikin û dosya biryara derbasbûna alîkariyên mirovî li ser sînor gengeşe kirin, û tekezî li ser pêwîstiya karê hevbeş ji bo ku bihêlin dewlet mekanîzmayek berdêl bo gihandina alîkariyan ji hewcedaran re peyda bikin, dûrî ku rastî fişarên Rûsî di Encûmena Ewlekariyê de were.
Û amadebûyan careka dî tekezî li ser berdewamiya hevkarî û hevrêziyê bo karê bi hev re bi armanca pêşdebirina pirosya siyasî û gihiştina çareseriyeke siyasî li gorî biryarên navdewletî ku di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254 kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya