Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, bi Nûnerê Taybet yê Îtalya bo Sûriyê Stefano Ravagnan re civiya, û pêre pêşhatên rewşa meydanî û siyasî li Sûriyê gotûbêj kirin.
Û di civînê de Emîndarê Giştî Heysem Rehmê, Cîgirên Serok Ebdulehed Istêfo, Ruba Hebûş, Ebdulhekîm Beşar, Sekreterê Desteya Siyasî Ebdulmejîd Berekat û Serokê ofîsa Siyasî ya Îtalyayê di balyozxaneya Îtalî de li Enqerê Luca Carpentieri amade bûn.
Û Elmislit tekez kir ku piştguhkirina erkên berpisyariyê ji hêla civaka navdewletî ve di dîtina çareseriyeke siyasî de li Sûriyê bûye sedema êş û derdeseriyên mezin ji gelê Sûriyê re, û bal kişand ser wê yekê ku Sûrî hîn jî ji deverên rêjîmê direvin ji bo ku cihekî ku lê bijîn peyda bikin, li şûna tirsa berdewam ji hêzên rijêmê û milîsên terorîst yên ku piştgiriya wê dikin, ji bilî zehmetiyên aboriya hilweşiyayî.
Û got ku niştecihên deverên rizgarkirî ne di rewşeke baş de ne, ji ber ku Rûsya bi awayekî berdewam dosya alîkariyên mirovî weke fişarê bikar tîne, û bi ser de kêmkirina rêjeya xwarin û dermên ji aliyê saziyên mirovahî ve, û bal kişand ser ku wî di serdana xwe ya dawîn de bo deverên rizgarkirî rewşa dibistan û nexweşxaneyan ji nêz de temaşe kir, û dît ku ne şiyanên ku têra xwendinê bikin hene û ne jî alav û amûrên pêwîst bo dermankirina nexweş û birîndaran hene.
Û Elmislit tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî hêvî dike ku Îtaliya bi rola xwe ya kartêker di livandina dosya veguheztina siyasî de û vekirina rêyên nû di piroseya siyasî de yên ku di biryara 2254 de hatine rabe, û cextî li ser pêwîstiya gihiştina çareseriyeke siyasî ya ku daxwazên gelê Sûriyê di azadî, rûmet û demokrasiyê de pêk bîne kir.
Ji aliyê xwe ve Cîgirê Serok Ebdulehed Istifo li ser karê Nûnerê Navdewletî Geir Pedersen axivî, û amaje bi wê yekê kir ku ew karê xwe weku tê xwestin nake, û xebata wî ya sereke cîbicîkirina biryara 2254an e, û dît ku pêşniyara wî ya bi navê Gav bi Gavê ne zelal e, û kurteşiroveya wî ya vê dawiyê li pêş Encûmena Ewlekariyê bi awayekî eşkere alîgirê rijêma Esed û nerîna Rûsiya bû.
Û Istêfo tekez kir ku rijêma Esed hewl dide ku li biryarên navdewletî û civaka navdewletî bizîvire, di riya diyarkirina erêniyê di hatina bo Cinêvê de, lê di heman demê de çareseriyê li wir asteng dike.
Û Cîgirê Serok Ebdulhekîm Beşar li ser derxistina biryara lêborînê ya derew ji aliyê rêjîma Esed ve, ya ji bo veşartina komelkujiya taxa Eltedamon ya ku ji aliyê rojnameya Guardian ve hatibû eşkerekirin axivî, û bal kişand ser ku rijêmê çend sed ji girtiyan serbest berdan, di dema ku bisedên hezaran kes binçavkirî li rex wê hene.
Û Sekreterê Desteya Siyasî Ebdulmejîd Berekat tekez kir ku biryara lêborînê ya rijêma Esed şanoyeke, û ya çaremîn e di salên dawî de, û berdewam kir û got:”di lêborîna yekemîn, duyemîn û sêyemîn de tu girtiyên siyasî nehatin berdan, di dema lêborîna dawî de, girtiyên siyasî piştî kontrolkirina navên wan hatin berdan, û gelek ji wan jî beriya lêborînê bi demek kurt hatibûn girtin û weke rikberên xwe jimartin serbest berdan û hin ji wan careka dî girtin”, û cext kir ku rijêm li qezenckirina demê digere û hîn jî serhişk e û tevlî çi proseyeke siyasî ya rasteqîne nabe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî