Hevbendiya Niştimanî ya sûrî, dest bi helmeteke navdewletî bi armanca komkirina piştgiriya pêwîst bo doza gelê Sûrîyê di pêkanîna azadî û rûmetê de kir, di riya lidarxistina zincîrek ji civînên li gel Nûnerên Herdemî û Endamên Encûmena Ewlekarî û Serokên Şandên Dîplomatîk li Netewên Yekbûyî, li New York, li rex civata giştî ya Netewên Yekbûyî di gera wê ya 75an de.
Û civînan girîngî dan komkirina piştgiriya siyasî û mirovahî bo gelê Sûriyê, bi armanca gihîştina çareya siyasî li gorî biryara navdewletî 2254, bi rengê ku hêviyên gelê Sûrî di azadî û dadwerî û rûmet û demoqratiyê de pêk bînin.
Û civîn dawîtirîn pêşhatên meydanî û siyasî gengeşe dikin, nemaze berdewamiya rijêmê û piştgirên wê di pêkanîna tewanan de dermafê gelê Sûriyê, her weha tevlênebûna rijêmê ya cidî di pirosesa destûrî û pirosesa siyasî bi temamî de.
Hêjayî gotinê ye ku Hevbendiya Niştimanî ji dema hatiye avakirin de, guhdar e ku civînên weha li rex civînên Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî lidar bixîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî