Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, di salvegera dehemîn a komkujiya Gotayê de, tekez kir ku mana rijêma Esed bê sizadan piştî deh salan ji vê tawana hovane, birînên sûriyan kûr dike, û weke têkçûneke eşkere ye ji mîkanîzma danûstandina civaka navdewletî û Encumena Ewlekariyê û Netewên Yekbûyî li gel tawankar û tawanên hovane re, nemaze ku nîşanên tawanê hemû hene, û rapor berpisyariya rijêma Esed di ber tawanê de diçespînin, û kujer ta niha terora xwe li dijî sûriyan bê ku kes li pêşiyê raweste, pêk tîne.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de got ku îro duşemê roja bîranîna yek ji kirêttirîn tawanên serdema nû ye, ya ku rijêma Esed dermafê sivîlên bêguneh li Gotaya Şamê berî bi deh salan di 21 tebaxa 2023an de bi çekên kîmawî pêk anî, û bû sedema şehîdbûna 1400 kesî, û di heman demê de îro roj navdewletî ya bîranîna qurbaniyên terorê û nirxdana wan e, ya ku di sala 2017an de hatiye biryardan.
Û Hevbendiya Niştimanî cext kir ku paşguhkirina civaka navdewletî ji zincîra tawanên ku rijêma Esed û Rusya û Îranê ji berî bêhtir ji deh salan de dermafê gelê Sûriyê pêk anîne nayê pejrandin, nemaze ku ji Encumena Ewlekariyê tê xwestin ku pabendiyê bi biryarên xwe bike, wek biryara 2118 ya têde hatiye ku divê danûstandin li gel rijêma Esed li gorî benda heftan be, ji ber ku çekên kîmawî 184 caran bikar anîn, piştî ku li ser Rêkeftina Qedexekirina Bikaranîn û Çêkirina Çekên Kîmawî ya di êlona 2013an de imza kiriye.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku bîranîna tawanên berê yên rijêma Esed, nayê wateya ku tawanên rijêma Esed dermafê gelê Sûriyê rawestiyane, ji ber ku balefir û topxaneyên rijêmê hîn bi awayekî rojane warên sivîlan li deverên rizgarkirî armanc dikin, û helmetên girtin û îşkencekirinê li deverên di bin kontirola rijêma tawankar de berdewam in.
Û Hevbendiya Niştimanî civaka navdewletî di ber berdewamiya tirajîdiya Sûrî de berpisyar dît, ji ber ku bizaveke cidî bo cîbicîkirina biryara Encumena Ewlekariyê 2254 nekir, û tekez kir ku çi derengman di cîbicîkirina wê biryarê de tirajîdiyayê kûrtir dike, û dihêle binpêkirin berdewam bimînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî