Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, nameyek arasteyî 75 dewletan û heft saziyên navdewletî kir, derbarê şanoya hilbijartinên ne rewa yên ku rijêma Esed dixwaze di dema dahatî de li dar bixe.
Û Elherîrî di nameya xwe de tekez kir ku ragihandina dema wê şanoyê ji aliyê rijêma Esed ve, wek dijderketinek mezin e ji pirosesa siyasî û rêya çareseriyê ya navdewletî re, ya girêdayî biryarên navdewletî û nemaze herdu biryarên Encûmena Ewlekariyê 2118 û 2254.
Û Elherîrî diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî biryar da ku vê pirosesa bi nav helbijartin e ji kok de ret bike, û dît ku ev piroseseke nerewa ye û danpêdan bi encamên wê naye kirin.
Û got ku rewatiya rijêma Esed hate rûxandin, piştî ku xwe spart çareya leşkerî di rûyê şoreşa gel de, her weha bikaranîna tevaya awayên serkutkirin û îşkencekirin û girtin û koçberkirin û binçavkirina kotekî û kuştinê û wêrankirina welêt û pêkanîna pîstirîn tawanên cengê û bikaranîna çekên kîmawî.
Û eşkere kir ku cudahiyeke mezin heye di navbera pirosesa hilbijartinên bi nav tenê ne, yên ku rijêma Esed dixwaze lidar bixe, û pirosesa navdewletî bo çareya siyasî ji rewşa sûriyê re li gor ku di daxwiyaniya Cinîvê hejmar 1 û herdu biryarên 2118 û 2254 de hatiye.
Û Elherîrî cext kir ku jîngeha aram û bêalî ji bo lidarxistina çi hilbijartinên azad û pak û zelal li sûriyê, hîn dabîn nebûye, û bal kişand ser ku ev hilbijartinên pêkenokî yên di bin desthilata amûrên asayîşê de lidar dikevin, û encamên wê ji niha de naskirî ne, û ew encam li gor destûrê sala 2012an yê ne rewa hatiye amadekirin, yaku biryar pê hatiye bêyî vîna gelê sûrî, destûrê ku ji aliyê hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê û bêhtirê pêkhatên civaka sûrî hatiye retkirin.
Û Elherîrî zelal kir ku xwepaşvekişandina rijêma Esed û tevlînebûna cidî di rêyên pirosesa siyasî de li gor biryarên navdewletî yên pêve girêdayî yaku zêdetirî carekê di şiroveyên Nûnerê Navdewletî bo sûriyê de hatiye tekezkirin, û sedem in eşkere ne ku rijêm dixwaze careke din rewatiya hebûna xwe bistîne, di riya piştgirên xwe re, daku di desthilatê de bimîne, û rêya danûstandinê têk bibe.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî ji tevaya dewlet û saziyên navdewletî xwest ku danpêdanê bi hilbijartinên ne rewa û encamên wan neke, û xwest ku roleke dewletan ya mezin di fişarên li ser rijêmê û piştgirên wê de hebe, û tekez bikin ku take-çareya li sûriyê dê di riya pabendiya rasteqîn ji aliyê tevaya aliyan ve bi pirosesa siyasî ya li gor biryarên navdewletî be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî