Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, nameyek arasteyî Serokwezîrê Îraqê Mustefa Elkazimî derbarê hêzên Îraqî li Sûriyê û girîngiya kişandina wan bi awayekî yekser û tam kir, daku rêzikên cîrantiya çak biparêzin, li gorî siyaseta Hikûmeta Îraqê di damezrandina prensîpa bikarneanîna xaka Îraqê ji bo êrîşkirina ser xaka cîranan.
Û Elherîrî di nameya xwe de mixabîniyên xwe derbarê berdewamiya desttêwerdana hêzên îraqî di hundir karûbarên Sûrî de anî ziman, û rawestana wan li kêleka rijêma Esed di cenga wî ya dijî gelê sûrî de, nemaze ku gelê Îraqê bi sedema tewanên milîsan û nakokiyên navxwe û desttêwerdanên ji derve ve pir xwîn rijand û bihayeke mezin da.
Û Elherîrî got ku em razî nabin ku Sûriyê bibe meydana pevçûnên navdewletî, û got ku divê kar li ser derketina tevaya hêzên biyanî ji sûriyê û di serî de milîsên girêdayî Îranê bibe, û her weha rûbirûyî pirojeya Îranê yaku derbasî devera Erebî dibe.
Û Elherîrî di nameya xwe de tekezî li ser miqatebûna Hevbendiya Niştimanî li baştirîn têkiliyên biratî li gel Komara Îraqê û gelê Îraqê yê bira kir, û heza herdem ku ev têkilî xurt bibe û têkeve xizmeta herdu gelên bira anî ziman.
Û Elherîrî ji Hikûmeta Îraqî daxwaza standina rola piştgir di tevaya civakên erebî û navdewletî de kir, û ku alîkarê şoreşa gelê sûrî be, daku daxwazên xwe yên rewa pêk bîne, û nehêle ku rijêma kujer rewatiyê bistîne, û piştgirê gelê sûrî be, daku çareya siyasî li ser bingeha Daxiyaniya Cinêvê û biryara Encûmena Ewlekariyê 2254 cîbicî bibe, ji bo ku rê bo vegera ji def xwe ya penaberan xweş bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî