Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî yê Hevrêzkarê Ofîsa Karûbarê Derve Ebdilehed Istêfo, nameyeke pîrozbahiyê arasteyî Balyoza Firansayê ya berpirsa nû ya doseya Sûriyê di koşka l’Élysée de Brigitte Curmi kir.
Istêfo di nameya xwe de, tekezî li ser amadebûna Hevbendiya Niştimanî ku li gel Balyoza Firansî kar ji bo bidawîanîna derdeseriyên gelê Sûrî bike, di riya çareya siyasî re ya li gor biryarên navdewletî û di pêşî de herdû biryarên Encumena Ewlekariyê 2254 û 2018,.
Û Istêfo baweriya xwe bi rola sereke û kartêker ya Firansayê di piştgiriya gelê Sûrî û nehêlana terorê û pêşdebirina pirosesa siyasî de anî ziman.
Û Firansa ragihand ku wê balyoz Brigitte Curmi wek berpisyara doseya Sûriyê li bal Koşka l’Élysée li şûna birêz Firanswa Sînîmo erkdar kiriye.
Tê zanîn ku Curmi berê postê Balyoza Firansayê li Lîbiya û Malta wergirtibû, û şêwirdara yekem li bal Balyozxaneya Firansayê li Dewha bû, û berpirsa ragihandinê li bal Balyozxaneya Firansayê li Beyrûtê bû, û pisporiya wê di kar û barên dewletên erebî û rojhilata navîn de heye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî