Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, nameyên pîrozbahiyê arasteyî Xizmetkarê Herdû Pîrozgehan Qiral Selman Kurê Ebdilezîz û Mîr Mihemed Kurê Selman û Wezîrê Derve Mîr Feysel Kurê Ferhan Kurê Ebdilezîz Al Siûd bi boneya roja niştimanî ya Erebistana Siûdî kir.
Û Elmislit di nameya xwe de germtirîn pîrozbahî ji rayedariya Siûdiyê û gelê wê yê bira re bi boneya salvegera nod û dudyan ya yekbûna Qiralgehê pêşkêş kirin.
Û hêviyên xwe bo berdewamiya pêşketin û aramî û geşepêdanê li Qiralgehê û vegera cejna niştimanî li Erebistana Siûdî û gelê wê yê bira bi xêr û bereketê anîn ziman.
Û Elmislit sipasiya Erebistana Siûdî li ser helwestên wê yên cihê serbilindiyê yên piştgiriya şoreşa Sûrî û pêkanîna armanc û hêviyên gelê Sûriyê di azadî û rûmet û demoqrasiyê de û redkirina çi hewldanên normalkirina têkliyan li gel rijêma Esed an biserxistina wê kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî