Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, cextî li ser pêwîstiya karê navdewletî yê hevbeş bo dîtina çareseriyekê ji doza penaberan re kir, ya ku di pêşî de di riya pabendbûna bi cîbicîkirina biryarên navdewletî wek biryara 2254 tê, her weha pabendbûna bi urf û peymanên navdewletî yên ku mafê penaberan di perwerde û guhdanê de diparêze, û Hevbendiyê hişyarî da ku hejmara penaberên Sûrî gihişteye derdora 6.5 melyon penaberî li gelek dewletên ku lê belav bûne.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de bi boneya roja Cîhanî ya Penaberan, got ku rijêma Esed berpirsê sereke ye di ber pêlên koçberiya Sûriyan de, bi sedema rêbaza qirkirinê ya ku bi piştgiriya hevalbendên xwe li dijî gelê Sûriyê pêk tîne, di rêya kuştin, girtin, îşkencekirin, koçberkirin, bombebarankirina bajar û bajarokan û tawanên cengê re, ji sala 2011an ve heta roja îro, û nebûna dadgehkirina tawankaran û pêkneanîna veguhastineke siyasî li Sûriyê.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de got ku gotinên rijêma Esed derbarê dabînkirina jîngeheke ewle ji Sûriyan re derew in, û ew berovajî tiştê ku li welêt pêk tê ne, ji ber ku hîn girtina sûriyên li deverên di bin kontrola wê de û yên ji encama dersînorkirina kotekî ber bi deverên wê ve tên birin, berdewam e.
Û daxwiyaniyê bal kişand ser ku pêlên koçberiyê bo dîtina jiyaneke ewle û birûmet ranawestin, tevî metirsiya noqbûn û gelek metirsiyên ku ji penaxwazan re dibin rêgir, û ev yek di tirajîdiya noqbûna keştiya ku berî çend rojan li nêzîkî Yonanistanê de diyar bû, ya ku rahiştibû bisedan welatiyên Sûrî yên ji ber hovîtiya rijêma tawankar reviyanbûn.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku negengaz e Sûriya bi hebûna rijêma Esed û hevalbendên wê ewle bibe, û baweriya Sûriyan bi vê yekê heye, lewra divê destpêkirina vegera bi reza xwe ya rûmetdar ya penaberan, piştî pêkanîna veguhestineke siyasî li gorî biryara 2254 û dadgehkirina rijêma Esed û hevalbendên wê be, her weha pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê di welatekî ewle de, ku têde nirxên azadî, dadwerî û aştiyê serdest bin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî