Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di daxwiyaniyake xwe de, mirina pilebilindê Sûrî ê mezin û perwerdekarê çak Şêx Mihemed Memduh Cuneyd yê ku duh Sêşemê 20ê Hezîranê li Elmedîne Elminewera koça dawî kiriye, ragihand.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser beşdariyên di warê olî de yên bibandor yên Şêxê koça dawiyê kiriye, di riya endamtiya wî di Encumena Îslamî ya Sûrî û Komeleya Zanayên Sûriyê de, ya ku demekê serokatiya wê dikir.
Û daxwiyaniya Hevbendiya Niştimanî amaje bi wê yekê kir ku Şêxî ji nav me bar kir, ji Sûriyên li Elmedîne Elminewera dijîn re lêvegereke zanistî û civakî bû, û alîgirê şoreşa sûriyan ji destpêkê de bû, û helwestên wî yên piştgiriya maf neguhêr bûn.
Û Hevbendiya Niştimanî sersaxiyên xwe pêşkêşî malbata Şêxê rehmetî yê hezkirî û xwendekarên wî kir, û hêviya dilovanî û lêborînê ji bo wî xwest, û ku Xwedayê mezin wî bi bihişta herî bilind xelat bike.
Tê zanîn ku Şêxê rehmelê ji malbatekê ku bi zanîn û fetwayan li parêzgeha Humsê ya Sûriyê naskirî ye, di sala 1940ê de ji dayîk bûye, Fakulteya Şerîetê li zanîngeha Şamê qedandiye, û ji sala 1960ê ve xutbeya înê li hejmarek ji mizgeftên Humsê didan, her weha wî li çend mizgeftên Humsê pêşewayî kiribû, û di mizgeftan de mamostetî dikir, û ji sala 1963 ve li dibistan û peymangehên şerîetê şagirt didan xwendin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî