Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê nûçeya şehîdbûna pizîşk Hesen Elherîrî yê dihat naskirin binavê “Bavê şehîdan” ragihand, yê ji encama êrîşeka tawankarî ya firokên şer yên Rijêmê li ser taxên bajarê Der’a li roja yekşemê 12’ê adarê şehîd ket.
Çalakvanên Der’a ragihandin ku Elherîrî şehîd ket ji encama êrîşeka esmanî li ser taxa Elmenşiyê, û bal kişandin ku mediyakar Corc Semara “Mihemed Eba Zêd” yê nûçeyên şeran dişopandin jî di heman êrîşê de şehîd ket.
Hêjayê gotinê ye ku 7 kes ji xêzana Elherîrî (6 zarok û hevjîna wî) berê şehîd ketinbûn, bi sedema êrîşeka firokên Esed li ser bajarokê Besir Elherîr û bombebarankirina xaniyê wî li sala 2014an, û bi tenê kurekî wî yê sê heyvî (Mensûr) jê rizgar bû.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyekê de got ku Elherîrî yê bi “Bavê Şehîdan” dihat binavkirin, tevlî rêzên şoreşê bû û şehrezayî û pisporiya xwe ya zanistî bi dilsozî xistibû di xizemeta şoreşê de û bi birînên giran hatibû birîndarkirin.
Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku gelê Sûriyê wê di tekoşîna xwe ya ji bo bidestxistina dad û rûmet û azadiyê de berdewam bimîne, û stem û zordarî wê bidawî bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî