Doh 12.03.2017 Şandek ji Nûnerîtiya Encûmena Niştimanî Kurdî ya herêma Kurdistanê di bîranîna pêncemîn a damezirandina hêza Pêşmergeyên (Leşkerên Roj) de beşdar bû, ya ko li zankoya Duhokê bi amadebûna lîwa Ezîz Weysî serpereştê hêzên pêşmergeyên zêrevanî û hejmarek ji serpereştên leşkerî û girseyek ji Pêşmergeyên Roj û hejmarek ji rewşenbîr û hunermendan amade bûn.
Serokê nûnerîtiya herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî Kurdî Xalid Elî, di gotina xwe de got: Adar tevlî ku meha derd û xemgîniya miletê Kurd e, lê her weha ew meha newrozê û cejna rizgarkirin û azadiya miletê Kurd e jî, û roja 12 adarê roja damezirandina pêşmergên roj e, ya di heman roja bîranîna serhildana kurdî li Sûriyê sala 2004an de ye, ya ku miletê Kurd têde di rûyê rêjîma Sûrî ya xwînmij de rabû û navê Serhildana Qamişlo lê bû, gava ko kolanên hemû herêmên Kurdî li Sûriyê û hemû herêmên hebûna Kurdan bi xwepêşindanan hatin dagirtin û peykerê Hafiz Elesed li bajarê Amûdê bi destê xortên çalak hat rûxandin.
Elî amaje bi karînên leşkerî yên hêza Pêşmergên Roj yên ko xurtbûna xwe di şerê li dijî Daişa tirorist de diyar kirin, û diyar kir ko ev hêz ji xort û keçên Kurdên Sûriyê hatiye avakirin ji bo herêmên Kurdan li Sûriyê biparêzin.
Tê zanîn ko hêza Leşkerên Roj di 12.03.2012ê de hatiye damezirandin, ji xort û keçên Kurd yên Sûrî yên li herêma Kurdistana Îraqê û bi taybetî leşkerên ko ji hêzên rêjîmê cuda bûne û li ser nujentirîn çekên pêşketî rahênan bûne ji bo derbasî Sûriyê bibin tako herêmên kurdî biparêzin û berevaniya wan bikin.
Jêder: Beşê kurdî yê Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî